beyta şêxê sen’anî (2)

From the Book:
Dîwana Feqiyê Teyran
By:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 7 minutes  1407 views
60
batnî kiç vedxiwînê; perde’ê jiber xwe hiltînê
şeyx di xewnêda dibînê; cam û tasek mey didetê
xemir û şerabê puř dike; şeyx di xewnêda fiř dike
nezer li ya dêm duř dike; dîn bû di nêva xilwetê
di xilwêda ew dîn dibû; tijî demaẍî xwîn dibû
şeyba sipî rengîn dibû; ev ḧal û reng qet jê netê
nayêt ji şeyx ev ḧal û reng; ’eybe li wî ev nav û deng
puř çûn ji ser zulfê dişeng; ebter bi dunyayê ketê
zulfan gelek ebter kirin; cerg û hinav ker ker kirin
pêçan di şamê werkirin; ’ebdal di sûka ẍurbetê
ji çeşmê di reş dîn bûn gelek; gezma kivanê reş helek
firyad ji şeyx çûne felek; ah û fiẍan beḧis jê netê
ah û fiẍan derbûn hizar; hingî hebûn derwêş û yar
ḧemyan li şeyx dikir pursyar; bajar û ehlê hêşetê
ehlê terîq, ehlê silûk; hingî mezin, hingî biçûk
aẍa û xûce û milûk; pursîn li şeyx vê zeḧmetê
herçî ji şeyx pursyar dikir; zikirekê xoş madar dikir
li ’adetê hercar dikir; şeyx iltifat qet jê netê
şeyx gote wan qiř qiř mekin; zikirê xwe îro puř mekin
keyfê li min bê suř mekin; xoş nîne sewta ji we tê
xoş nîne sewta zahdan; dengê mirîd û ’abdan
çibkim bi zikir û mesicdan; bi î’tikafa mizgetê
dê mizgeftê wêran bikim; gavek biçim seyran bikim
ber bi derê dêran bikim; bayê demê kanê ku tê
kanê ku tê bayê demê; derwêş qewî ketne ẍemê
pansed murîd çevyan ḧemê; fikirîne şeyx û teb’etê
teb’etê xelqê û ’amê; xoş dibû zikir û syamê
ẍaflîn ji ḧalê qyamê; ji wisal û lezzetê
natqê li teb’ê dewarî; ê muqîm şûre vexwarî
qet nedî ava bijarî; çeşmeya xizir vêketê
çeşmeya safî tehûre; ḧal ji qelb bê ḧedid dûre
«min ledun» beḧreke kûre; bê ’ilim kes rê nabetê
’ilim terîqa ’aqlane; ḧal ne mewcê ẍaflane
babetê ehlê dilane; mîr dibînî didetê
mîr ḧekîme pê dizanî; şeyx tebat nayê di xanî
xelîfe hatin di hanî; da li şeyx kin nesḧetê
yek nehin cuz’ek didest ne; suř nehin perde qefes ne
kes nehin ḧewceyê kes ne; bi qedir û ḧal û hummetê
sufîyên saḧb kemale; bê tekelluf çûne bale
ḧemîyan jê kir su’ale; ev çi tirse bi ser tetê
ev çi tirse ev çi derde; me û te nînin çu perde
vê suřê ji bo me xeberde; da em bizanîn hey’etê
sofyê bi erkan û şerme; şeyx demek axafit ji nerme
vê suřê kefşike li ber me; da dewakîn ’illetê
şeyx go: ḧekîm ’îsa bitin; luqman ji qebra rabtin
daẍa min hêdî nabtin; destê ḧekîman lê netê
daẍa piringa sor li ser; ḧetta sipêde bête der
aram û xew na’ên ji ber; sebir û sikûna min netê
şeyx li xwe naket sitare; aşkera xewn gote yare
ah ji dest dohta kufare; birme dînê şirketê
bê mezheb û bê dîn kirim; bê xundin û yasîn kirim
ji yar û biran şermîn kirim; wirdek di xyala min netê
lew neşêm wirdan bixiwînim; bejnekê nazk dibînim
dîn dibim sewda dimînim; dil ji min bir qametê
qameta sukiran û meste; ḧurîya lu’lu’ dideste
birme dêra xaçpereste; xelweya xumxane tê
birme nêv xemir û şerabê; nazkê gerden şebabê
bi min kir sed reng xirabê; ji nûhyîw bed xisletê
hem nû kirim hem bed kirim; ’îsayîyê murted kirim
ji vê terîqê red kirim; kafir kirim bê murwetê
kafir kirim meyxiwer kirim; dêwane û ebter kirim
belkî ji pêẍember kirim; ev reng bela bi ser metê
ev reng bela ev reng birîn; çidkin ji min ya ḧazrîn
ḧemyan bihîst, vêřa girîn; kalîn kete cema’etê
kalîn kirin xelqê li nik; ew pîremêr rakir sivk
ji agir û wehca di zik; tabêyn hewaya derdetê
pêlek ji mal anîne der; bê tezbîyu şemil û kemer
delq û ’esa çûne ji ber; nalîn ji tîra hicretê
nalî ji dest dêm xawerê; narê cemala dilberê
germî gihande cegerê; dil bû wekî pêt vêketê
narê kiçê dakir hinav; dêma ku têda nûr û tav
’eksa îlahî hate nav; muzhir dîye sebir jê netê
ḧusna kiçê bo mezhere; ew ḧûrîya dêm fenere
şeyx bi herdu wechan çû bere; şerim û edeb qet jê netê
şerim û edeb çû wê demê; nalî ji tîra sertemê
bû pêkenînê ’alemê; avêt kirasê rûmetê
rûmet hebû şeyx bê qyas; bayê evînê bir libas
geh geh ji xwe davêt kiras; ji agir û ḧeraretê
’işqa kiçê germ kir evîn; papend kirin ew har û dîn
puř dîn dibîne pêkenîn; kubkin gelo ji vê qissetê
kubkin ji kê pursyar bikîn; ’ilacekê ma çar bikîn
’işqa dilê şeyx sar bikîn; peyda bikîn birudetê
’işq agire ma sar dibî?; hingî diçî dijwar dibî
şeyx pê ze’îf û jar dibî; çil rojekan may raketê
çil rojekan ev ḧal buhar; rûniştibûn xelq çar kinar
şeyx ne tebît bû ne qirar; bû masyê bi dêmê ketê
mislê semek têkwerdibû; geh sor dibû, geh zer dibû
heřo sê car xûn derdibû; ’işqê bire kî ḧaletê
ew pîremêrê kal bûyî; nêzîkî heştê sal bûyî
ji ’işqa kiçê bedḧal bûyî; derḧeq bideyn lê lewmetê
derḧeq bideyn çi tê heye; naxot li şeyx ev qisseye
kubkeyn bidest baxwê meye; zahir bikeyn çi tê netê
izhar bikeyn bednamîye; derḧeq bideyn bê tamîye
ageh dibin pê ’amîye; hilak dibin ji ẍeybetê
ya qenc ewe mestûr bikîn; nabit suřê meşhûr bikîn
dabin ji ’amê dûr bikîn; biderkevîn ji hêşetê
ji hêşetê biderkevîn; pansed murîd biberkevîn
bi pêş kiça dilber kevîn; za’il bikîn vê ḧesretê
ya qenc ewe em vê bikîn; rabîn we karê rê bikîn
qesda derê dêrê bikîn; kubkîn ji vê zeruretê
kubkîn li me lazim bûye; ger çi nemeşrû’ dařûye
derman necis bit me’fûye; di merteba şerî’etê
ḧusna kiçê wasil dibî; yan ’arf û kamil dibî
yan ẍafil û cahil dibî; xilas dibin ji zeḧmetê
şeyxê me şeyxek ḧacîye; ḧemyan keramet jê dîye
me’lûm dibî nefsanîye; nakîn qebûl vê ’illetê
ḧusna ḧebîban meḧeke; safî dibê zêř û seke
lê kifiş dibê ’eyb û leke; bi kêra irşadê netê
em dê bi vê nîyetê biçîn; bi puşta ayetê biçîn
nêzîkî dêm pihtê biçîn; da bi bînin ḧûrya cennetê
nêzîk dibit ew dêm duře; şeyxê me ger saḧb suře
teslîm dibit kiç bi miře; zû tête ser selaḧetê
wan go: xyala qenc eve; ḧemyan qebûl kir bi xeve
sofî cevyabûn bi şeve; ḧetta sitêra se’adetê
ḧetta biderket muşterî; cumle cemabûn seferî
ewul veřêbûn seḧḧerî; şeyx birne nêva zyaretê
bi ser meqbera babê birin; hindî mirîd û zakirin
ḧemyan li wî du’a kirin; wan çar kinarê gunbetê
destêd xwe perwaz kirin; wechêd xwe evraz kirin
îman ji ḧeq daxwaz kirin; swar kirin wê sa’etê