dû baz pêkewe

From the Book:
Aɫekok
By:
Hazhar (1921-1991)
 8 minutes  1499 views
dwênê ew demey koçî dekird şew
bo mujdey beyan le qaspey da kew
çuřře popne kewtewe sema
be hêz deysîřand řoje şew nema
çawî xewałûm le xew řapeřan
çum bo deşt û der bo seyr û geřan
çawim pêkewt be zerdêkewe
guftugoyan bû dû baz pêkewe
 
bazî yekem
birader takey jînî xořayî
wêłgerd û çoł biř dûr le awayî
tewawî jînit qełşe berd cête
kêwî zanîwte nezan û şête
şimek çiłkin û endam dijwênî
le kwê şîw dekey têdeweşênî
çyaw û kej degrî defřî le xowe
kewêk qû t dedey be peř û powe
nexwardemenît puxt û parawe
ne hergîzmałit gesk dirawe
ne kûre û kursî be sard û serma
ne baweşênê le cengey germa
şew be tarîkî lew çoł û hołe
serînit berde û doşegit xołe
be gałey kundê denûy serî şew
be nałey dirinc hełdestî le xew
ne jemêkî baş dête ber destit
ne kes agadar le nîst û hestit
hezar nexoşî û ser êşe bigrî
bê daw û derman neş mirî demrî
le karî çetûn kê yarît deka
kê le řast dujmin daşdarît deka
kewaket şiř bê kê bîka pîne
ewe seg merge her nêwî jîne
emin wek to bêpîşe û akarim
lêm nabyey biłêm tîrey bałdarim
bo asûdeyî hîç tênakoşî
boye le jînit nabînî xoşî
 
bazî duwem
ta biştim nye memşêle îdî
be tews û pilar memkuje çîdî
let lete ciger lêm mede teşer
sed hêndî kutit bêkesim û bêder
eto wekû xom nazanî min çîm
be çend ax û dax le dinya dejîm
pêm xoşe emnîş we xoşî geřêm
eger dezanî kwanê şwên û řêm
derman ke derdim biray çakim be
ta demirim biram eto kakim be
 
bazî yekem
pêt xoşe tûş bî şwênî řizgarî
legeł min were biçîne şarî
le koşkî şada pałkewe bêxem
legeł kuřî şa debîte hawdem
le ser textî zêř hełnîşe tawê
le ser destî şa biçore řawê
le ber birîske hełnîşe be şew
gwêt le şimşał bêheta katî xew
le ban lîsî zêw be serînî qû
binû be xoşî her beyan berbû
serpencet dekuşin hełt desênin
singe mirîşkit berça bo dênin
zengułey zêřit le qaçî deken
ziře bałit bê hełpaçî deken
çen mał terxanî řojî pêwîstît
le kin şa le řûy zor xoşewîstît
cêgayek bêşê çi jûr çi derit
çil derman firoş degate serit
katî serma û soł le pena sobe
řakşê û det şêlên noker be nobe
be çiley hawîn germa û kułekuł
nîsêt lê deka şa be çetrî guł
her mangî tonêk şekir bo çîne
det denê kamî sipye û şîrîne
herçî detewî herzan û tałan
desa babdeyn le şeqqey bałan
 
bazî duwem depirsê
ew şarey gutit şarî bazane?
paşay ew şareş bazî çazane?
dest û pêwendî hemû her bazin?
le řêy nîştiman ser pirde bazin?
ew şekirî gutit baz deyda be pyaw?
baz deman datê ke bab û piław?
derman baz deyka saz bo zam û êş
des kujî baze deman hênne pêş
textî zêř, zêřî xakî xomane
westay zengî zêr kakî xomane
baz hełî deka çira be şabał
baze lêdeda bilwêr û şimşał
be zimanî bazan deman dwênin
be řûy xoşewe dekarman dênin
bo baz řaw dekeyn kewî bo degrîn
le xakî xoman denêjrêyn bimrîn?
 
bazî yekem
ewe to şê tî yan wa denwênî
ew witane çin deyan řawênî
key baz şay buwe ta êste bî bê
bîsrawe kêwî tanc û textî bê
kwa ew hoşeyan dirust ken şaran
her bazyan gutwe mał le nizaran
çon pyaw nexwênî hełdeka çira
hoşt le kwêye beş xura bira
ême û dirust keyn lîsî zêw boxo
bo hoş û xoş t hawar û řořo
zanistî dewê dirust key çetir
xwêndinî dewê karxaney şekir
dendukî bazî bo şimşał nabê
zêr le xak derhên debê zana bê
ême û zengî zêr deng bidatewe?
pêm waye gêjî xew detbatewe
ewane bome gelêk ḧestemin
ewî min dełêm řołey ademin
xwêndinyan heye û řêga dezanin
arezûy her kar biken detwanin
hemû tîreyek biraw komełn
le daway beşda le meydan kełn
xwênyan derêjin le ser tozê beş
le řêy azadî bêser deken leş
firokeyan hen ke lêy dexuřn
ewan le ême çatir defiřn
geřokyan heye xoy bibziwênê
hezarî wek me be cê demênê
şitêkyan heye karî kareba
witey kwêstanî bo germên deba
le her kwê bidwên lêre gwêt lêye
pak den g û basî ser zewî pêye
kuřyan denêrin pîşan fêr debê
hoz eger wabê gir çû têr debê
zêřî xakî me ew derî dênê
newtî êmeye ew deysûtênê
kin hêlaneket piře le cîwe
daristaneket xiře le mîwe
zeřnîqî toye le pêştî deben
xwêy xakî toye le çêştî deken
dekarî dênin be xobexoyî
to kengê kirdit girdewe koyî
binêştî toye deyken be amraz
bebenî xote dedrûn çawî baz
pêwîste ême wişey wan fêrbîn
le karî wan da azaw dilêr bîn
sed hezar bazî tîjbał û řawî
bûne nokeryan to be cê mawî
ser bestî bo baz çon debê kake
ewî min dełêm wa bikey çake
 
bazî duwem
ke wa bê hoş û beste zimanîn
bêkare û xwêřî û cêgey gemanîn
pîşey wan bome řêgey tê nebrê
paşa le ber çî ême řadegrê
êmey bo dewê be karî çî dêyn
bo ew nazanê ême çîn û kêyn
le řûy çî boçî? bo xuşewîstîn?
bo kam karî ew ême pêwîstîn?
 
bazî yekem
to ewřo biram hoşt le kwêye
basî řosteme nêre yan mêye
emin pêm gutî ew xa k û mułke
eger to hete bo ew be kełke
gyanî xakeket dekêşê bo xoy
dezanî xawen eger bê etoy
çawit debestê her ew binasî
řêt lê win deka kurt û biłbasî
detnêrête řaw kewî bo bigrî
merg bo ew ha t, debê to bimrî
be şeřman deda be yekman degujê
bo ser xoşî xoy xwênî me demjê
ême her boye deka perwerde
le gyanî yektir bibîne cerde
debê řûy xoşt degeł binwênê
ta dîn û dinyat le çing derdênê
 
bazî duwem
ewa têgeyîm le karî gêtî
em care gyane min tom pê şêtî
eweş dezanî û boşyan xerîkî
le pîkîş dedey hem le mapîkî
ewî to deykey min bim kirdaye
nêwyan denam ker le ser dinyaye
çi debê neçî nokerî şakey
des key be kar û řû le xułakey
bêy legeł mina biçîne řazan
bo birayetî bibînîn bazan
le dewrî yek lew çya berzane
herçî baz heye bika hêlane
lêk kobînewe û şarê bikeyn saz
xwêndin dabnêyn be zimanî baz
hemû cuçkiman pêyan bixiwênîn
le ser pîşew kar dayan mezrênîn
dendûkyan tîjkeyn bo mêşkî dujmin
derkeyn netewî le suç û qujbin
herçî deman bêbextî keyn le xo
deqat zyad bikeyn bał û peř û po
pîrozey pîroz pêy berîn pena
le jêr sayey xoy biman kate şa
îdî neçye lay dujminî xwênî
lew babetewe emcar nemdiwênî
namûs baştire le bab û dayî
ew nî ye boye dekey gedayî
heta neman bû wek to henaw kem
baz bû dey bexşî tanc û textî cem
baz binîştiba le ser swałkerê
debû be xawen text û efserê
sed dar pîr debû be awatewe
carêk baz ewî be ser katewe
êste toman hey boye tewawîn
boye le kin seg pîs û giławîn
diłxoşîm dedey, dîn û dinyakem
bo tozê şekir pêş kêşî şakem?
biřo to řegî merdît mirduwe
nazanî zana çonyan fermuwe
pyaw kêwan beşan bigwêzêtewe
endamî le nêw xwên bitlêtewe
le birî nan bixoy xolemêşî bor
jehrî helahîl bikey be pêxor
bo kewş diřû bikeyte ser pê
biçîte naw xîz lebatî der pê
zistan wişke bend hełt lerzênê
hawîn cengey kar nobetêt bênê
keway nedarî bikeyte berit
kiław be bizmar biden le serit
legeł ejdîha bit pêçne nêw ẍar
le çałit bixen legeł segî har
hemû xwêy derya bikeyte çawan
sed sał bendî bî bê sûç û tawan
bałit bwerê pek bixa bo řaw
hêlket bignixê le ber sûre taw
be serî pîrî de cuçkit bimrê
çengałit koł bê kewêkî negrê
wêłgerd û bê cê geřan le herdan
leser xoł xewtin ser leser berdan
le řijd û sexta hêlane kirdin
ne wek nokerî bêgane kirdin
min ke ewem bîst mat û sergerdan
bîrî řûnak û bazî bin berdan!
dyare bałindeş hîndêk bebîrin
hêndêkîş le naw nezanî gîrin
ke xurd bûm dîtim ew dû baldare
yekêk aẍaye û yekîk hejare