birader bo çî wa bê swênd û şerit û ’ehd û peymanî

From the Book:
Dîwanî Kurdî
By:
Kurdi (1809-1850)
 1 minutes  690 views
birader! bo çî wa bê swênd û şerit û ’ehd û peymanî?
le min bêzarî daym yarî eẍyar û řeqîbanî
emin dadim le dest bê ’ehd û şertît bû emêstake
le ser řêy bêwefayî wa dyare zor be ’înwanî
dełên zor tund û bedxû turkî yekcar mest û bêbakî
be tundî û mestî û bedxûyîta dyare le yaranî
be tîẍî ebrwanit bûy be celladî hemû ’alem
dełên derwêş û sofî û tobekar û nwê musułmanî
hemû êran musexxer bû be ẍemzey çaweket goya
le lay xoşt ẍerîb û bê kes û meḧkûm û mîhmanî
le tirsî mudde’î yaray řwanînim nîye hergîz
be firset car care mer nîgahê kem be penhanî
dezanî germe bazařî cemałit ta dû sałî tir
legeł kiřyarekanit boye yekcar wa girancanî
le lay hîç kes řewa nabê meřam û meqsedî hîcrîPen name
serî ḧacet bere ber baregay ẍewsî suleymanî