eweł û axîrim nezanî û cehalet bû

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 3 minutes  745 views

ew řojey ke nardimyane qutabxane tesadfî newrozî kird, mamostakem wereqeyekî newroznameşî da be min parey bo berim, minałan le hemû layekewe heł’epeřîn û newroznameyan exwêndewe, minîş seyrim ekirdin. nem’ezanî bîxwênmewe, ke hatmewe małewe destim kird begryan, bawkim witî boçî egrî ewe pare bo mamosta, eweş bo xercî xot, witim bo pare nagrîm, řefîqekanim hemû em kaẍeze exwênnewe min hîç nazanim, witî řołe ’aciz mebe min fêrit ekem, miqdarêk legełim xerîk bû şî’rê fêrbûm «nuruz şid nuruz şidPersian» emcar wam zanî mîrza şefî’im, xulase çend sałê le qutabxane dewamim kird îmla û înşayekî mixteser û syadêkî çakim peyda kird lew zemaneda mişa’re baz bû minîş ey şide û aftabPersian û ẍezelî ḧafizPerson û kilyatim eẍleb leberbû, kes nebû le mişa’reda meẍlubim bika.

hewesî qutabxanem nemabû be wastey nizîkî małekemanewe be mizgewtewe meylî xwêndinî feqêkanim kird «micawere be te’sîre» zorim pê xoş bû minîş dewr bikemewe «îlî babey» pêwe bilerênmewe wekû ’adet bû destim kird be tesrîf û ’ewamil, lem kitêbane çend sał dewamim kird: niḧuArabic, sirfArabic, wizi’ û asti’arhArabic, mintiq kilamArabic û baqî ’ilumî miste’mile le her şite şitêkim xwênd îtir wam’ezanî xom teftazanî zimanim, le axrîda le ’îlmî hey’et û ḧikmet û ḧisab le xizmet ’irfan efendîPersonda dewamim kird ẍirûrêkî wam beserda hat le diła em wit, îmamî şaf’îPerson, abin ḧicirArabic çîn tabi’ be qisey ewan bim, ewan ’ereb bûn ’erebî û serf û neḧwêkyan zanîwe û ḧedîsî zoryan leber kirduwe, ḧedîs û ayetekanyan ko kirdotewe nawî xoyan nawe «mictihdArabic» le paşa ke ’ilmî tarîx û ciẍrafya be’zê le tebî’atim te’elim kird melay pênciwînPerson û mektebekanî silêmanîm la buwe nexwêndewar emut em feqîrane her şî’rê ezanin ewîş le kitêba, ya çend kitêbê ezanin hîç le derecey mina nabin, xulase kewtime sałewe berebere kitêbî taze û miceley taze ke temaşa ekem wekû eweł řojekem lê hatuwe ke çûme qutabxane bawkîşim nemawe meqaleyekî tazem te’lîm bika ba wicud eger bişmaye ewîş eyzanî be’zê miḧazerey ricalî ’esir le ẍezetekana exwênmewe her nazanim basî çî eka.

lih alhilal walimqitzifdaArabic be’zê meqale ebînim beqeder newruznamekey lê ḧałî nabim, bom mi’lum bû ke zor cahil û nexwêndewarim, bezeyîm bexoma dê ke ’umirim hemû sirf kird û tênegeyştû derçûm.