şemał carê biłê bew sîxme ałey dîde mexmûre

From the Book:
Dîwanî Kurdî
By:
Kurdi (1809-1850)
 1 minutes  501 views
şemał! carê biłê bew sîxme ałey dîde mexmûre
be ḧusnî ’arzî xoy ḧeyfe wa bêbak û meẍrûre
emin bo fîrqetî ew řoj û şew daym denałênim
le dûrî min, hemîşe ew ke xoş xendan û mesrûre
le şadî dûrim û dujmin, legeł ẍem yar û demsazim
heta ew yare dił azare çaw be xumare lêm dûre
be ’eksî şemsî řuxsarit le berqî nîmteney ałit
desûtê desrî ’abîd, dełqî zahîd, setrî mestûre
hucûmî qul mujey ser dił nîgahî sengî hîcranî
dełêy hêrş eser gawir deka tabûrî mensûre
ke sofarî mujey xem kird û hênay ta benagoşî
muşexxes tîrî mujganî be qetłî ême me’mûre
’ebes îzharî bê řeḧmî, nîgahî zîlletî ’îşqe
ke ew destane wek destanî kurdîPen name faş û meşhûre