le nûrî lamî’î teştêkî řagirt û kutî řûme

From the Book:
Dîwanî Kurdî
By:
Kurdi (1809-1850)
 1 minutes  577 views
le nûrî lamî’î teştêkî řagirt û kutî řûme
be doşî ejdehayî piř nêşî řagirt û kutî mûme
tikam kird qetłî min naḧeq meke sunnet, kutî feřze
kutim bo agirt berdaye ’umrî min? kutî xûme
kutim tenha minim kuştey eto tund bû kutî gum be
dûsed wek to leher sû kuşteyî şimşêrî ebrûme
kutim ta key le xanî wesłî to newmîd û bêbeş bim
kutî mirdût mirê ’aşiq bedaym zar û meḧrûme
kutim zexmî diłim bes karîye, tund bû kutî
laço, be min çî? tîrebaranî nîgahî çawî cadûme
kutim tenha minim bestey eto tund bû cwabî da
hezaranî wekû to besteyî zincîrî gêsûme
kutim řesmî wefadarî be cê bêne, kutî şêtî
wefa bo diłberan kurdîPen name le em dunyaye me’dûme