goranî leser kêşî «da’ma nimşî lil’emam»

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  614 views
ême wa da’îma be dił û gyan
se’î ekeyn hewł edeyn bo tereqîman
takû xizmet bikeyn bo wiłatman
bo te’alî bo tereqî ferze îctîhad
bê ezîyet bê ḧemîyet nageyne mirad
şerte bo mîlletî bê ’îlim û bê kes
şew û řoj tê koşî nefes benefes
legeł haw qewmda des bixate des
bo te’alî bo tureqî ferze îctîhad
bê ezîyet bê ḧemîyet nageyne mirad