refîqî kuncî mîḧnet ’aczin her şew le nałînim

From the Book:
Dîwanî Kurdî
By:
Kurdi (1809-1850)
 1 minutes  827 views
řefîqî kuncî mîḧnet ’aczin her şew le nałînim
gurêzanin leber lêşawî mewcî beḧrî esrînim
egerçî řoj û şew meşẍûłî neẍmey mutrîbim emma
le xem xałî nîye satê diłey meḧzûn û xemgînim
tebîb dênê deway derdim bika, xo min zedey dûrîm
be bê dařûyî wesłî, nabê hîç aram û teskînim
eger mumkîn nebû wesiłim, ke min mirdim wesîyet bê
le batî qewm û xêşanim le ser meytim bika şînim
şehîdî ’îşqim û memşon û kifnim bo meken yaran
gewahî ḧeşre bo de’way şehadet bergî xwênînim
be perdey zahîrî ger bê seday ew ’aşiqî yarim
îtir ḧacet nîye bênin mela bo we’iz û tełqînim
’ebes kurdîPen name mela’îk dên depirsin mezheb û dînit
ke qadir xoy dezanê min le ser kam mezheb û dînim