şikandî qîmetî şekker nebatî lêwî şîrînit

From the Book:
Dîwanî Kurdî
By:
Kurdi (1809-1850)
 1 minutes  1414 views
şikandî qîmetî şekker, nebatî lêwî şîrînit
geyandî mersyey miryem xeyałî řûy nîgarînit
le berda çîn be çîn hatu biçîn çînî leser çîn da
çîn biçîn çîn ta be pa gêsuyî çîn çînit?
ḧena bê řeng û řeng tełxe be řengî sarî guł nada
were řeng ke be řengî xwênî dił enguştî řengînit
qemîsî yosfe bo çawî tarîkim wekû ye’qûb
seba carêk belama bênê ger bonî ’ereq çînit
ger ehlî dił be çawî min nezer lem şêweye bibiřn
dezanin herke qîmey dił deka řîşûyî poşînit
heta key bê wefayî, besye şîrîn weqtî şîwente
serapa ẍerqe der tîşey cefa, ferhadî miskînit
be bezmî lêwî şîrînit zemanê xusrew asa bûm
dirêẍa têkî da seyr û sefa, bedkarî bê dînit
be řîswayî û řûtî min, řeqîb! to kameran nabî
heta teslîm nebê kurdîPen name mezenne naye teskînit