îş ke řûy êste le hewraze serewlêjî nekey

From the Book:
Şî’rekanî Şukrî Fezɫî
By:
Shukri Fazli (1882-1926)
 1 minutes  3043 views
îş ke řûy êste le hewraze serewlêjî nekey
fikirî wirdîşî ewê, her be do’a û nwêjî nekey
gêreşêwênê ke kay konî be ba da le kinit
çake her lêy xuřî, seyrî dem û kawêjî nekey
seretay îş hemû yek bûne, ewîş nabê heta
her birînê ke le diłda heye sařêjî nekey
ḧeyfe çawê ke cefa kołewejî têdeşkan
to be kilçêwkî wefa ’eynî gelawêjî nekey
qewmî bê ser nîye emřo le hemû ’alemda
etewê tacî serî bî, be hewa gêjî nekey
şa, wekû şayekî şetrence le ’alem emřo
gewre qanûne, qisey kurt emeye, dirêjî nekey