babetî50

î’cazî exlaqî
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  631 views
le gişt bałatir mu’cîzey exlaq
sergerdan eka ’uqelay afaq
ew sîdiq wisefa û ew emanete
ew ’ehd û wefa û îstîqamete
ew şerim û şêwe û ew şuca’ete
ew ḧewsełeye, ew metanete
ew çawpoşîye û ew semaḧete
ew şehamete û ew selaḧete
ew dił guşadî û ew tewekkule
ew xogirtine û ew teḧemmule
ew diłsozîye û ew diłdarîye
ew mîhrebanî û bê’azarîye
ew têkoşîne le řêy em şer’e
ew bêtema’î û ew zuhd û wer’e
ew î’tîdale lebo řeftarî
ew ḧelawete lebo guftarî
gişt mu’cîze bûn bo zumřey enam
îtir nayewê tûl dan be kelam