emşew le xewma bûm be bałdarê

xewêk
From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 4 minutes  646 views
emşew le xewma bûm be bałdarê
peř û po nexşîn xet û xałdarê
bay bałim eda bo gişt dyarê
naga řêm kewte naw mêrẍuzarê
katê seyr ekem ta çaw eka kar
baxe gułbaxe gułe lalezar
serwe, semene, yasemen, gułnar
sosen, narewen, şoře bî û çinar
hełûje û hermê û hencîr û henar
behî û sêw, tirê û gêlasî awdar
koşkêkî tyaye çwar dewrî telar
cenّatu tecrî teḧtiha al’enْharArabic
têr geřam têyda be arezûy dił
em dar û ew dar em çił û ew çił
demaxim çax bû be bon xoşî guł
gyan kewte sema be neẍmey bułbuł
wek serxoş hestam bê hoş û qerar
xomim geyande derwazey ḧesar
çûme naw koşk û małeke û telar
geřam le nawya ser û jûr û xwar
hodeyêkim dî tertîb kirabû
ferşî nayabî lê řaxra bû
textêkî cwanî lê danrabû
perdey řengînî le dewr dirabû
le ser em texte şoxêkî şîrîn
lêy řakşabû be ḧeya û temkîn
řengî peřîbû wek gułî nesrîn
mat û bê hêz û peşêw û bê tîn
ke pirsîm wityan em guł’uzare
em şekir lêwey şîrîn řeftare
em mah cebîney perî řuxsare
daykî wetenî kurdî hejare
lêm pirsî witim bawanî xasim
law şêwe cwanî bê qise û basim
mayey jyanî esił û esasim
daykî diłsozî kurdî kesasim
bo çî şêwawe şêwey şîrînit?
řengî peřîwe kułmî řengînit?
dijawe zułfî çîn leser çînit?
firmêskawîye dîdey nexşînit?
witî lêm geřê derdim girane
ḧałim ta biłêy zor perêşane
tînim tya nîye wehay siř kirdûm
temaşa nakey wek darî pirdûm
herçend hewł edem natwanim bizûm
be ser zîndûm û be laşe mirdûm
derdî êweşim serbarî derde
necatim naden lem berde berde
dił birîndarim, henasem serde
azarim, derdim, dermanim kurde
lecyatî ewey wekû hawřêtan
piştî yek bigirin şan biden le şan
yektir ber neden le tengî û ferḧan
ferqî xoyş biken legeł bêganan
ke çî ebînim ke hestan le xew
ebne meqaşî destî em û ew
dwakewtûy namerd be teqłe û be dew
bareberî řoj, yasawłî şew
her be xendeyek ya merḧebayek
yektir ber eden her yek bo layek
be diro û fîşał bo her bê barêk
ebne fîdayî bo hemû layek
agatan nîye le eḧwałî min
bûm be goy fitboł be destî dujmin
em řam dekêşê ew dełê bo min
wa be nakamî emnêne kufin
xezênem ke wa piř le zêř û zîw
hemûy kewtuwe lem nawa bê xêw
seryan tê kirduwe řêwî û wirç û dêw
êweş teř naken lew ceyḧûne lêw
mîratim ke hî êweye tewaw
bêgane birdî be kwêrayî çaw
kirdî be pare û eyka be zûxaw
êweş sik birsî û řût û natewaw
hemû nezan û bê ’îlim û cahêł
dwakewtû le gel, becêmaw le xêł
weten wêranker be pê meře û bêł
bo dujmin muxlês, legeł yek be fêł
ta êwe wa bin xoşî nabînim
wekû embînin daym ḧezînim
xerîkî şîn û nałe û girînim
xeme xorakim tałîye jînim
ke em ḧałem dî, diłim hate jan
řapeřîm le xew, be nałe û giryan
şewm lê gořa ta berî beyan
em wit çon bijîn çon ebê jyan?
řebbî xo to xot saḧêbî kurdî
xot çaresazî ’alem be wirdî
agadarî ke xot be namerdî
çe ẍedrêk ekirê le gewre û wirdî
her çend qewmêkî zor gunabarîn
legeł yek xirap, dostî eẍyarîn
cewr lê kiraw û dił birîndarîn
dest û pê besraw yekcar xembarîn
êmeş lay xoman xo musłimanîn
be to û kelamit saḧêb îmanîn
mutî’ be emir û ḧukmî qur’anîn
man û nemanman le to ezanîn
hana û penaman her be xote û bes
hîwaman nîye îtir be hîç kes
nabîn be koyle û noker û ḧeres
firyaman kewe xotî feryadřes
hetawî řûnî newey hamferdan
hîway paşeřoj şêr kołey kurdan
şefeqî beyan netewey merdan
çîye dermantan bo şîfay derdan?
şahoPen name em xewet çîye te’bîrî?
ew dayke cwane çîye tedbîrî?
emewêt le kurd çi cwan çi pîrî
bom beyan bikat be fîkir û bîrî