29

mu’atebya zînê di gel sityê gaznida ḧûryê ji peryê
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 1 minutes  958 views
kay rûḧ û rewanê qelbê zînê
nûra beserê dyar û dînê
hemşadî û hemcefa û hemdem
hem leḧim û ’ezim û cild û hem dem
hemşîre û hem cenaḧ û hem ser
hem bîzehem aşyan û hem peř
wey teb’ê bi teb’ê min mutabiq
îlaArabic ku bi bextî namwafq
sed şukir te bext bûye yawer
çawa te divê we da te dawer
sed şukir te bext bû musa’d
tal’ geřya ji bo te sa’d
bextê min eger çi zêde řeş hat
ev qismete bo me zêde xweş hat
teqsîmê ẍeman ji bo m řa bû
teqdîrê ezel yeqîn wisa bû
şahî ji te řa û ẍem ji bo min
tacdîn ji te řa û mem ji bo min
ẍem çunkî ku li sûretê memêne
lew ẍem ji me řa li ser ẍemêne