27
na’umêdya zînêye ji dewleta weslet û ḧezretê derdemendya wêye ji kurbeta furqet û ḧesretê
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
4 minutes
1158 views
tacdîn û sitî ku bûn bi hev şad
weslê kirin ew ji hecrê azad
mem maye di kuncê weḧdetê ferd
ne yar û ne hemnişîn ne hemderd
hemdem ku nebin ji bo deman řa
hemderd nebin ji bo ẍeman řa
ẍemgîn bi çi dê bikin teḧemmul
şahîn bi çi dê bikin tewessul
şahî û ẍeman divêt enbaz
derdan û deman divêt demsaz
unsîyetê ’aşiqan sukûne
sermaye’ê weḧşetê cunûne
asûde dibin bi yek du hem qal
xasma ku hebin bi yek ve hem ḧal
zînê û sitî memo û tacdîn
vêkřa dikirin medar û teskîn
zînê ku dikir ji derdî efẍan
dengê sityê dibûye derman
gava wekû mem bi dil dinalî
tacdîn dibûye ḧekîm li alî
ev herdû ji her duwan cudabûn
çûn herdu bi meqseda xwe şabûn
man zîn û memê di bê serencam
bê meqsed û bê murad û bê kam
çil řo jî ne xor ne xwab zînê
ser řanedbû ji ser girînê
xûna dilî bû ẍiza û xwarin
hêstir bi xwe şerbet û vexwarin
hemware bi řo ji eger bi şev bû
wê ḧal ji furqetê her ev bû
řo jan digrî bi şev dikir ah
ew řeng geřya ze’îf ew mah
bedra řûyê wê buwe hilalek
tel’et di numa wekî xeyalek
hemzad û heval û hemnişînan
hemzar û emîn û nazenînan
her leḧzedgotnê bi riqqet:
key serwê ryazê baẍê rif’et
sersebzî û taze berg û barî
ev çende çi hêstiran dibarî
hemşîre eger ji te cudabû
xweş çû û bi hemserê xwe şabû
wê girtye bo xwe sebir û temkîn
ew şaye li wê tu lêre ẍemgîn
min bi’dArabic ẍeman ji qelbî řake
teşbîhî bi zulfê ber vebake
çîn çîn bike turre’ê di şeb řeng
gul gul veke ’arzê di gul řeng
zulfan veke da bibin muselsel
eklîlê li cebhetê mukellel
biskan tu ji xemryan cuda ke
zulfan şeke pêkve ber hewa ke
da sunbul û sorgul aşna bin
reyḧan û binefşe ta bi ta bin
biskan bwerîne ser hilalan
sewda ke di bekke’ê bilalan
dîsan bike xemryan qedeḧ noş
ce’dan veke ke’be bit syeh poş
ta xelq ji ẍerb û şerqê ta şam
ḧuccac sifet bi bestin iḧram
peywend bike pêkve bisk û xalê
şîraze ke musḧefa cemalê
serlewḧe’ê dêm bibit muzehheb
ayatê xudê bibin muretteb
da firqe’ê kafir û musliman
tesdîq biken bi nessê furqan
van ẍemze û awrê di xûnxiwar
wan xencer û keybirê di di jwar
zinhar! medê cewaz û ruxset
wan nîne bi kes çu rifq û reḧmet
me’iz wun bike turre’ê di terrar
da ḧukmî bikin li şah û xundikar
perdê tu ji ber gulan hilîne
pê sebryê bulbulan bibîne
xendan bike ẍunçeya dehanî
nalan ke hezar dastanî
serxiweş ke li gerdenê guharan
sersem ke cunûn û dîn û haran
meyxiwer ke melan bi ẍunc û nazan
şeyxan bişehîne ber berazan
destûr bide bisk û zulf û xalan
agah bigêře ehlê ḧalan
da murişdê bê terîqê ha’im
sergeşte nebit wekî beha’im
inkar biket zelalê mutleq
iqrar biket bi sûretê ḧeq
farẍ ji tecellya celalê
qani’ bi tesewwira cemalê
fanî biketin ewê wicûdê
baqî bibtin bi vê şuhûdê
ev çende ewan digotin ev pend
zîn pê nedbû sebûr û xursend
belkî bi nesîḧet û bi pendan
yek car dikete bela û bendan
’işq agire nefxeye nesîḧet
siř perdeye lewmeye fezîḧet
hindî ku ewa dikir melamet
wê zêde dibû ji wan nedamet
eşkan neddane çavî furset
ahan nedda dehanî muhlet
da ev bi kelamekî xeber det
ya ew bi meqamekî nezer ket
nasiḧ fikirîn ku we’iz û teqrîr
nakin bi çu řengî nefi’ û te’sîr
mayîn di te’eccubê ku ew mah
ev çende ji bo çiřa diket ah
wan her we qyas dikir ku zînê
her bo sityê diket girînê
dîtin ku xeber hemî hewa bûn
naçar kirin sukût û řabûn
zîn ma bi tenê di gel ẍeman cot
ẍem lê civyan ji bo ẍeman got