21

vegeřyana daye’ê v bal dildaran, ageh kirna wane ji isim û resmê birîndaran
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 3 minutes  896 views
ew herdu nihalê ’er’era şeng
řûniştî misalê ẍunçe dil teng
civyayî bi fikir û serinşîvî
her leḧze ji daye’ê bi hîvî
mexmûrê ẍebûqê bê nihayet
muştaqê sebûḧê bûn bi ẍayet
dîtin ku ji nagehî tebîbe
wê hat bi sûretek ’ecîbe
zîn û sitya ji ’işqê medhûş
wan daye kirin rewan der aẍûş
gotin: bi xudê key ey dilaram
aya te kiřîne ew melek ram
remla te çi go? perî te zanîn?
yan herdu di şûşeyê te anîn?
tîra li me kun kirî swêda
aya te beyan nekir ku kêda?
wê go: bi serê we ê mubarek
sed car qesem dikim ne carek
ez hatme vî demî ji bawan
emma guneha me tê bi lawan
herdem ku sitî û zîn dibêjin
sed řeng sirişkê xûn diřêjin
qurbanê we bim bi vê kemalê
ew herdu beşer bi wê cemalê
çawa we bijarin ew du mumtaz
zîbende’ê wisiln ew serefraz
walilhArabicy qesem dikim bi barî
ew herdu duřê di we bijarî
nabin di çu berir û beḧir û kanan
nînin we melek di asmanan
ew herdu ji bo we řa sezane
mîrzane eger we ger gedane
ew delle bi dil we bûye dellal
dildade ji pêşve man demek lal
zîn û sityan nema di dil hûş
gava ku ewan kirev xeber gûş
alqisihArabic ji kunhê maceryê
hişyarî ku daye’ê didayê
agir te digo gihande neftê
pêt jê diçû asmanê ḧeftê
’işq agire ten çyayê tûre
dil ew şecera bi nar û nûre
mişkate qefes qebes çiraye
can zeyte fetîlê wê cefaye
dil şûşeye ew çira di nave
ser cuz’ê di kullê da belave
balkilًArabic ji ser ḧeta bi eqdam
suhtin bi wî agirî dil aram
gotin: ji me řa tu dil newazî
ey daye ji bo me çaresazî
dihqan tuyî em wekî nihalîn
ezman tuyî em bi xwe dilalîn
ger leḧzeyekê nekî tu guftar
ger sa’etekê nebî tu ẍemxiwar
em dê wekû xar û xes heba bin
em dê wekû berg ê ber hewa bin
ey waqfê waq’atê dêrîn
em ẍeyrî te meḧreman nedêrîn
tacdîn û di gel memê te gotî
perwanene peř li wan me sotî
ew jî nihe puř di intizarin
belkî ji me zêdetir neçarin
řabe heře zû bibêje tacdîn
ger dê te sitî bivê memê zîn
mizgîn ji we řa me hûn qebûln
em jî ji we zêdetir melûln
’işqa we cilew ji me řevaye
man’ li me perdeya ḧeyaye
ew perde ji bo we řa ’edîme
bê perde’ê bo we řa qedîme
xwazgîn û wesa’it û wesîle
her çî ku ji ba we bên cemîle
ev řenge bibêje wan ḧebîban
mecmû’ê mewalî û xetîban
hindek ji we řa bibin ricaçî
hindek ji me řa bibin du’açî
belkî kirbit xudê muqedder
wesla me û we bibit muyesser