yaran bêzarim

From the Book:
Şî’rekanî Ḧîlmî Kakeyî
By:
Hilmi Kakeyi (1882-1966)
 2 minutes  487 views
yaran bêzarim ...
çey dunyay fanî xeylê bêzarim
gîrodey gerdab nefis zordarim
camey mecazî bî we zînharim
’aciz û meḧzûn zelîl û zarim
hîç kesê nîyen bido dest barim
ney xwab ẍefłet kero bêdarim
pey řehnimûnî dił întîzarim
yařeb ney came meder azarim
er azarim hen biker tîmarim
mat û sergerdan te’ney eẍyarim
çe kerdey gerdûn firê ẍembarim
îmdad bikyano şay meded karim
diłşadim kero wedîn yarim
da’im alimdamArabic dił piř ẍubarim
cestey ezyet bar xestey bîmarim
şadî we mîsqal ẍem we xerwarim
her wextê zanay çe toy mezarim
yaran yaweran nemenden çarim
ẍusey î cîhan řêznan demarim
muntezîr we lutif perwerdigarim
we qapî xalîq umêdewarim
mêman dunya î řaguzarim
mest řoy elest dîde xumarim
ga gahê meẍdûr gahê ẍedarim
ga gahê me’sûm ga sitemkarim
ga gahê me’yûr gahê ’eyarim
ga gahê bê naz gahê nazdarim
ga gahê talb gahê metlûbim
ga gahê qałb gahê meqlûbim
ga gahê zakir gahê mezkûrim
ga gahê şakir gahê meşkûrim
ga gahê dayn gahê medyûnim
ga gahê diłşad gahê meẍmûnim
ga gahê dafi’ gahê medfû’im
ga gahê qani’ gahê meqnû’im
ga gahê emîr gahê me’mûrim
ga gahê ’abir gahê me’bûrim
ga gahê sacd gahê mescûdim
muntezîr we lutif ḧeyî me’bûdim
ga gahê ham yar gahê eẍyarim
gahê daxił şerit ga bê etwarim
xeylêwen ḧifzen zimî beyarim
me’şûq nimego yad û tîzkarim
meraq we dîdar semen ’uzarim
eḧwał perêşan hem kefte karim
çe mekîdî ’eşq dił bê qerarim
meraq we cemał perî řuxsarim
er sed temamen ḧerf giftarim
naqis ali’qilimArabic nîyen kirdarim
xasîm nekerden bed bîyen karim
êsta peşîman xecałet barim
ya rib ali’badArabic bişnew hawarim
we řagey ẍełet nekey îcbarim
çunke weytewre ez metłeb karim
pey řay ḧeqîqet hem xiřîdarim
er sed ney came gunah bisarim
kelb astaney duł duł swarim