serxoşt kirdim be meylî xot be pyałe û şerab

pênc xiştekî le ser şî’rêkî «kurdî»
From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  371 views
serxoşt kirdim be meylî xot be pyałe û şerab
daẍî ’eşqit da le cergim lêm ḧerame xurd û xwab
îmtiḧanim ke le nałe û şîwenim megre ’îtab
dulbera bo řûy fîraqit dił enałêt wek řubab
bo dû ebroy mîslî taqit bendî cergim bû kebab
wa le kwê awî wîsałit ta le arî dił derê
swên be ḧałî mirdina ey leb şeker bê
wam le ḧałî mirdina ey leb şeker bê xurd û xwab
taze zanîwte ke şeyday lêwî şekker bartim
muddetêke min gyan û dił zedey guftartim
her wekû perwane şêtî şewçiray řuxsartim
dulbera sen’anî zułf û perçemî zunnartim
me’bedim goşey kilêsa û destigîrim bûgete pap
wa diłit birdim nigara to be ẍemzey çaweket
gerdinit pêçame dawî çînî zułfe xaweket
bûm be nêcîrî kirîşmey nergise piř xaweket
her wekû qumrî le ḧesret serwî bała laweket
nałe û hawrame biřyawe lêm aram û tab