le wirşey pirtewî řûy to serim lê têk çuwe gyane

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  423 views
le wirşey pirtewî řûy to serim lê têk çuwe gyane
serasîmem gułe kułimit we ya le’lî bedxişane
syayî perçem û şu’ley cemînit dulbera dêjî
be bê îşkałe awî jîn le tarîkîy penhane
bilûre qubbeyî nûre geła sêpeřeyî sûre
çîye em gerdine tu xwa ke wek awêne řexşane
be nare serwî cwêbare neye şimşadî gułzare
we ya bałayî ře’naye ełêy tûbayî řîzwane
le sê çit wam le ḧîretda, ewen dişware teḧlîlî
nizîke têk biçê mêşkim be lencey bim be dêwane
yekê ebroy řeşî qurban ke xoy muyî hîlalêke
le laye makîney bê tel le laye şîrî buřane
ewîtir serwî cwêbar û berî bê guł bedem dûnar
efermiwê kameye bałat le geł ew cûte memkane
’ezîzim newcewanî to be xot řeḧmî le ḧeq şermê
hezar wek mînePen name bedbexte be tîrî to perêşane