dulbera swên bê be çawî piřxumarî kałî to

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  480 views
dulbera swên bê be çawî piřxumarî kałî to
sed qesem bew berq û şu’ley le’lî lêwî ałî to
piř le aw û xwêne çawim arî dûrîm têçuwe
dulbera bo gerdinî bêgerd û mawîy xałî to
qumrî asa nałenałim tê ’ezîzim řoj û şew
çawekem be xwa le ’eşqî bejnî newnehałî to
lew demey kirdit be perjîn perçemit bo şemsî řût
elwîda’im kird le ’irfan lêwe bûm ’ewdałî to
her wekû mecnûn esûrêmo le deştî ’eşqita
ser be bê hoşî nîgara bo qedî şimşałî to
ger depirsî ḧałekem şêwawe wek zułfî syat
bo peşêwîy egrîcey xawit le jêr desmałî to
mînePen name yî bêçare me’lûme ke ew sen’an sifet
wa be kêw û herdewe bo bazin û xiřxałî to