were tubîw xwa yek yek leḧze ba şêwet zyaret kem

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  465 views
were tubîw xwa yek yek leḧze ba şêwet zyaret kem
dełêy ḧiq alqidim fermû leřête řoḧim û dîdem
ke şu’ley dayewe kułimit le jêr çimkî syamała
witim xor bû ewa hełhat le jêr hewrî řeşa qîblem
le wirşey xał û pirşey zułf û le’lî lêwekey ałit
şika bazařî le’il û sunbil û muşkî xeta kem kem
şemał layda ke desmałit le berqî gerden û xałit
wekû şûşey şikaw cana nema ’înwanî camî cem
direwşa awêney sînet le toy suxmey ketançî ta
bî’eynî subḧî sadiq bû şu’a’î xiste naw ’alem
be ḧerbey xencerî ełmas serî pencey bilûrînit
şeqîke dulbera tu xwa ḧîḧabî egrîce û perçem
’eyan ke şemsî řuxsarit derîxe taqî ebroket
be carê ba xecałet bin hîlal û berdî dû heftem
eger bê derkewê nextê be naz û ’îşwe bałaket
debey namûsî şimşad û ney û seru û sinewber hem
desa mînePen name temaşa ke debê subḧey le mał derçim
bisênim bacî tawus û xeracî ahuwanî řem