le dûrî qametit cana heta key dił be efẍan bê

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  429 views
le dûrî qametit cana heta key dił be efẍan bê
biłê pêm tûxwa takey weha sûzan û biryan bê
depirsî ger le eḧwałim nîgara dûr nîye wełła
le ’eşqî şemsî řuxsarit diłim wek şem’î giryan bê
le cem’î ’aşiqanit da ’ezîzim her be tenha min
debê takû mematim tê beratim tîr û peykan bê
dezanim ta wekû emirim nîşaney tîrî birjangim
heta řojê ḧeyatim bê ebê dił zar û nałan bê
feqet bem mujde diłşadim şehîdî ’eşqî bałatim
umêdim hes le meḧşerda ḧisabim lêl şehîdan bê
ke ma’îl bû be nûrî mahî řuxsarit diłim zanîm
le cennet da ebê cêgam le seḧnî baẍî řîzwan bê
deken men’im ełên mînePen name leber çî wêłî herdanî
dełêm lomem meken ’aşiq ebê maway byaban bê