ewa sûtam le ḧesretda seba to bî û xwa îmşew

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  371 views
ewa sûtam le ḧesretda seba to bî û xwa îmşew
bełagerdanî sirwet bim le xew hełse debê îmşew
were seyrî kizey cerg û şerarey naw derûnim ke
esûtêm her wekû qeqnes be bê ar û hewa îmşew
tereḧḧum ke be eḧwałim eto meḧzî řezay barî
biçore xizmetî dulber be bê çûn û çira îmşew
biłê qurbanî ẍemze û naz û ’îşwey çawekanit bim
min îste çûme ser meytî le keylî bê sera îmşew
temaşam kird esûtê wa be dem giryanewe êjî
le kwê bê bo minî bedbext dełîlê ey xwa îmşew
be mergî to qesem cana nekey řeḧmê be eḧwałî
yeqînim hes esûtêt û be qabîz řoḧ eda îmşew
eger emirit heye fermû le ’etrî zułfî ’ember bot
îcazem de heta bîbem şemîmê bo dewa îmşew
seba ger bêtu lew ’etrey le zułf û perçemî dawe
nehênî bonê bom emirim be bê derzî û dewa îmşew
desa hełse be qurbanî xot û sirwey seḧergat bim
biřo zû bêrewe bêrî biłê mînePen name deha îmşew