ẍemzeyî ew şoxe mułkî diłmî wêran kirduwe

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  458 views
ẍemzeyî ew şoxe mułkî diłmî wêran kirduwe
’eqiłim û hoş û ḧewasmî wa be tałan birduwe
fîtne û aşûbî xiste naw derûnim xałekey
çende bê wîcdane hat gobendî gêřa û řoyîwe
îsteke wa derdî dûrî ew giřî berda derûn
dûrî ew seyre eyêjî agirî tê ber buwe
her be ewwel ’îşwe pêkay řoḧekem çerxayewe
dad le dest ew çaw xumare çende fîtne û caduwe
řû e kwê kem ey îlahî sa binêre řehberê
bê delîlim ka bizanim şoxekem bo kwê çuwe
řêge dernakem heta şwênî kewm çîbkem ewa
dił le ḧesretda esûtêt û bilêsey senduwe
wextê mer sařêj bibê mînePen name birînî cergekem
pêm biłên ew şoxe bo ser meyteket wa hatuwe