dulbera ta key binałim şew heta fecrî seḧer

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  429 views
dulbera ta key binałim şew heta fecrî seḧer
key bê to řeḧmê bikey gyana be xwênawî ciger
pêm biłê tubî xwa ey newnemamî tazedem
bo çî nafermûy tedawîy zamî qelbî piř xeter
bûme dêwaneyî ser kołanî şaran axrî
min le êşî ẍemzeyî dîdey xumarit leb şeker
ger depirsî her wekû bulbul le ḧesret řûy gułit
nałe û hawarme ey mehweşî zeřîn kemer
xałî goşey lêwekanit aşub û fîtney xiste dił
boye wek mecnûn esûřêmo peşêw û der be der
şu’leyî da wirşeyî kułimit ke derhatî le mał
ca yeqînim bû ke xor bem şu’le nabê wek qemer
ew demey gyane ke dîwme wirşeyî ew pirtewe
elweda’im kird le ’eqił û lêwe bûm û xîreser