’aşiqî çawit çi dexłêkî le pyałe û mey heye

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  354 views
’aşiqî çawit çi dexłêkî le pyałe û mey heye
çawekem çun xoy hemîşe serxoşî bade û meye
pêkyawî tîrî ẍemzet çî le saz û ney eka
bo çî nałey cergî zarî piřteb û taw û neye
kuşteyî řuxsarî ałit nayewê baẍ û behar
çunkî cana her le seyrî eşrefî û gul ẍunçeye
ew kesey şeydayî baẍçe û sîne û bałay to bê
çî le yadî seru û tuba û ’er’er û sêw û beye
ma’îlî xałî fetay suçî lêwe ałeket
gyane musteẍnî le seyrî mêrẍuzar û laleye
tořî dawî zułfî xawit ałya mil her kesê
key le yadî zułfî şewbo û sunbul û řêḧaneye
ew demey tête e naz û cîlwew û ’îşwe û nîga
sed hezar wek mînePen name şeyda û lêwew û dêwaneye