musułmanan çîye tedbîr le ’îşqî mangî řuxsarê

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 2 minutes  362 views
musułmanan çîye tedbîr le ’îşqî mangî řuxsarê
le sed la kun kune cergim be tîrî dîde bîmarê
be em efẍan û haware le toy goşey derûnim tê
mezennem waye zamar be ẍemzey şoxî xwên xwarê
le kuncî sîne dengî şîwen û giryanî dił tête e gwêm yaran
gumanim waye ewgar bê be tîrî çawî ’eyyarê
giriftare diłî zarim be ’îşqî em dił azare
çîye çare fîdatan bim řefîqan sed dexîl çarê
nemawe taqetî sebirim betałe bîr û efkarim
řehayîm bo nîye qet’en ’ezîzim bom biken karê
ewen ẍeddare em şoxe nîye řeḧmî le derḧeq kes
tedawî la nîye yaran le bo zamî birîndarê
dił û cergim birîndare be tîrî çawî ew yare
nîye dermanî derdim ka xwaya kwa dewakarê
wekû baran le çawim da’ebarê eşkî gułnarî
dełêy lafawe zûxî dił le wêraney derûn arê
hemîşe mat û xamoşim leber şimşêrî ebroy ew
zelîl û wêł û sergerdan le ber zorî dił azarê
be zarî ba biřom bo xom be giryan û be hawarê
zebûn û mat û meynet bar be êşî cewrî zordarê
be xwên û zamewe kewtote ser xako ełê mînePen name
eman mirdim be bê xwên çûm, dexîle kwanê ḧeqdarê