ey dił wa dyare bawit nemawe

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 2 minutes  362 views
ey dił wa dyare bawit nemawe
keyfeket řîşey le bêx kêşawe
be yekcar sûrît le řû biřawe
dełêy kotrêkît bałit şikawe
tu xwa pêm biłê çît lêqewmawe
ey dił debdebe û dezgakey caran
polî yekgirtûy bê xemî yaran
bezim û dîwanî mîr û serdaran
terfeney kam lan wan le kam şaran
çîyan be serhat dengyan nemawe
ey dił komełî yaranî nawdar
sam û şewket û zemzeme û wîqar
newey serdaran we naz û nazar
řastim pê biłê kewtine kam dyar
bo le gişt layê şwênyan biřawe
dengî hat hatî quşçî řawebaz
şirîqey biřnew şwên gelî beraz
kořey ke ḧêley naw supa û řêwaz
hařey şam řext û diringey tepłî baz
řoyîn be bê şwên seryan nedawe
ey dił ḧelqey bezim qewman û xwêşan
tîp û supa û san leşkir řakêşan
destey turme poş daym le dîwan
şoře swaranî şêrî řûy meydan
gum bûn û çûn û bawyan gořawe
ey dił komełî yaranî serberz
kongirey şadî û xoşî le sed terz
dîwanî şewan bê tirs û bê lerz
dengî gîrudar serdaranî merz
boye gişt řengî nawyan kujyawe
ey dił ew dewre dewranî to bû
dewrî diłxoşî û seyranî to bû
řojim zemzemey xwêşanî to bû
her ew serdeme meydanî to bû
be xwa řwîştû nayete dwawe
ey dił ew şadî û sefa e kwê çû
ew xoşî û seyr û řefa e kwê çû
ew şerit û qewle û wefa e kwê çû
ew dewrey dûr le cefa e kwê çû
le lay ême řoy kewte kam lawe
ey dił êste ke řû le xuda ke
řû le baregay lay bê hemta ke
be nałey diłey şefeq dawa ke
gird bûnewey gel to temenna ke
biłê gişt şad bin le cêga û mawe