diłî birdim be şoxî dulberêkî taze ser le nwê

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  1672 views
diłî birdim be şoxî dulberêkî taze ser le nwê
mubarek bê le dił sewdayekî key kewte ser le nwê
keç ebro, dîde ahu, şořşîn xû, fîtneco, turkê...
xuroş û şor û şînî xiste naw ehlî nezer le nwê
be naz û ’îşwe pak erwaḧî pakanî musexxer kird
be ẍemze xatranî daye ber tîrî nezer le nwê
seba kirdûye we’dey gerdî koyî, megrî ey dîde!
be ummêdim cewahêr sûrme bo nûrî beser le nwê
lebî le’lî şîfa bexşî birînî dił deka merhem
îşarey çawî dekulênêtewe daẍî ciger le nwê
be şêwey şikłî şîrînî, wekû kakołî muşkînî
peşêwî kirduwe eḧwałî meḧwîPen name derbeder le nwê