e her kwê eçim laşey cwanane

bo lafaw û bûmelerzey sałanî 1957û 1958
From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 2 minutes  344 views
e her kwê eçim laşey cwanane
ya le jêr dîwar ya le qebrane
her lawî kurdî şûme be çoło
laşey wa be jêr befir û sehoło
çend kiçî tirî şořî şox û şeng
řûmet peřey guł lêw le’lî fereng
le şîrin xewda dîwarî xano
kewt be seryana û le jêrya mano
çen gewre małî mîr û begzade
#
hemût kawil kird nema esasî saḧêwî wêł bû mird be kesasî
sî hezar kest kirde aware
penayan bin berd ya ber muẍare
xot însaf bide ey çerx to xwa
em cewre ke to kirdit kes eyka
nazanim çî biłêm konî keç řewişt
nakes perest û şûmî be sozişt
le xwam gereke netbê řehayî
nebînî xoşî û řojî řoşnayî
bo hemû sałê be diłî ẍemgîn
be awî çaw û firmêskî xwênîn
çînî newnemam, bênête berhem
be siza û meynet bênête berhem
le nakaw wekû dujminî piřqîn
şadîman ekey be giryan û şîn
eyan deyte ber şimşêrî ecel
eybiřî řîşey nîşat û emel
dek felek řebbî her xem bergit bê
hemû katêkit sizay mergit bê
nebînî şadî û nişatê le jîn
çunke gişt sałê emanxeyte şîn