ey xwa to xot xway te’rîfit bo min nakirê

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  652 views
ey xwa to xot xway te’rîfit bo min nakirê
îqtîdar û qudretit tewsîfî bo min nakirê
çunke em zwaney ke medḧî to eka mesnû’î tos
wa dirus kiryawe hergîz ḧellî bo min nakirê
ger kesê em lafe lêda, bêjê wesfî xwa ekem
hênde bê derk û ’ulûme beḧsî bo min nakirê
çun beşer natwanê keşfî îqtîdarî to bika
ca xeyał çonî bika, me’lûme bo min nakirê
her ewendey lê ezanim, xalîqî dû kewnî to
řazîqî çend no’e cinsî, ’eddî bo min nakirê
zyad leme her çî biłêm lam zyadeye û bê cêgeye
çunke nazanim biłêm çî se’be bo min nakirê
ya wekû mînePen name debê xom weḧşî û cahîl bikem
ya debê bêjim îlahî medḧî tom bo nakirê