ser ke coşêkî nebê min zirke tałim bo çye

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 2 minutes  6484 views
ser ke coşêkî nebê, min zirke tałim bo çye!
dił ke hoşêkî nebê şîşey betałim bo çye!
derd û daẍêkî derûnî ger bibê, ba řeng û řû
sîs û muẍbeř bê, kemałim bû cemałim bo çye!
tecrebey ’aşiq be sûtanî dekird ew załme
seyrî ken êsta dełê: miştê zuxałim bo çye!
pêyî be serma na ke bûme xakî řêy, gerdim şukir
geyye dawênî, dełałî bay şemałim bo çye!
daxî sîne û pêç û tabî dûdî ahim xo heye
mor û tuřřey înperator û qeřałim bo çye!
xełq ewa mecbûrî dû xoxsitinî xełqin be can
min be dił menfûrme, řutbey cecałim bo çye!
małe pîtkênêye mał û geyne ḧałî xoye ḧał
min ke wa ḧałî bim, îtir mał û ḧałim bo çye!
piř be pê zincîrî şêtî, daẍî sewda piř be ser
seyrî ḧałî xome, seyrî zułf û xałim bo çye!
derdedar ełbet zubanî derd û ḧesret tê dega
çawî bîmarî dezanê, nałe nałim bo çye!
dił gile û şekwey le eşkencey ’ezabî zułfî yar
kird û ew fermûy: ey zincîrî załim bo çye!
ḧałe bedḧałî le şwên û małe wêranî le dû
meḧuyaPen name! ger ehlî ḧałî, ḧał û małim bo çye!