gułî sûr ey kiçî newroz erê kam des le baẍî jîn

gułî sûr
From the Book:
Dîwanî Diɫdar
By:
Dildar (1918-1948)
 1 minutes  986 views
gułî sûr, ey kiçî newroz, erê kam des le baẍî jîn
lebo yek def’e bon kirdin, be nakamî etoy hêna
ewêstakeş be jakawî
weha bê qedir û tozawî
leser řêga fiřêy dawî
le cewr û zułmî deste perî zadey beyan lerzîn
le dewrî em çiłey lêy bûy pepûley zerd û sûr girya
minîş ey guł diłêkim bû
diłêkî pir le arezû
be sozî awî ḧez tînû
lenakaw lam fiřî bo lay kiçêkî dulber û şîrîn
ewîş řîşey le des girt û bebê řeḧmî lejêr pêy na
be giryawî û birîndarî
be řûzerdî û ẍemxiwarî
bebê ummêd le diłdarî
geřawe sînekey tarim, ewêstaş ey gułî ẍemgîn
le tenhayî serînit bê, dehanê em diłe, tuxwa!