le ḧesret derdî bê dermanî durît wa peşokawim

sizawarî
From the Book:
Dîwanî Diɫdar
By:
Dildar (1918-1948)
 1 minutes  1292 views
le ḧesret derdî bê dermanî dûrît wa peşokawim
le şêwanî cefa amêzî me’way dił peşêwawim
ezanî çî be ’eqił û hoşî kirdim qeşmerî xelqî
gelê car lêm eşêwa, xwaye çî bê mebde’î nawim
ełên: şêtî wefay hawderdî yarî mîhir û diłsozî
ełêm: řaste. elên: kwanê? le beḧrî ḧîreta mawim
diłî xom xiste ser sînî sizawarî û le botim nard
ke hate berdemit date demî seg gwaye her xawim
řeqîb û mudde’îş êsta be lama dên be gałte û gep
bizanim ta be zarî fîtnecoyî wa necûrawim
le qaqay pêkenînî fewzî sergermî eden wextê
ebînin dû diłopey řûn û germî eşkî dû çawim
le anî nez’eta bûm wişke sofî hat û lêy pirsîm
wefat çone witim: bîlla leser ’eynî wefa mawim