le satêkî wiha teng û le katêkî wiha pestî

biłê serbestî
From the Book:
Dîwanî Diɫdar
By:
Dildar (1918-1948)
 1 minutes  595 views
le satêkî weha teng û le katêkî weha pestî
ke ’alem giştî hestawin ebê key toş le xew hestî?
be çawî řasteqîne seyrî xot keyt û bikey hestî
ke wa meḧrûmî serbestî lejêr destana jêr destî
legeł lawî nehênî kurd biłê serbestî, serbestî
beguř to bêye meydan û ḧuqûqî giştî dawa key
be yadî newcewananî şehîdan gyan berpa key
be tîşkî ḧeq xurawî kurd, diłî tarîkî řûna key
bizanî sa beser çû wextî bedmestî û bedmestî
legeł lawî nehênî kurd biłê serbestî, serbestî
le çawî kîje kurdanî bira kujrawwî mał sûtaw
şepolî eşkî xwênîn dê wekû cobarê ya lafaw
henîske qułpe giryanî hetîwî řûtî baw kujraw
nîdakey wacbe bo gişt lebo dił tînî neşkestî
legeł lawî nehênî kurd biłê serbestî, serbestî