lebin sayey çemenzarî beharî

bo ew kesey ke...
From the Book:
Dîwanî Diɫdar
By:
Dildar (1918-1948)
 1 minutes  1075 views
lebin sayey çemenzarî beharî
ba pêkewe bîn yekdił û řûxoş
dił řûn û xiroş, ba řawê bikeyn sa
hełbeste min û to diłî piř coş
***
tenhayî byabanêkî piř soz,
ca leřêyewe awazî zemîn sûyî sirûr
sa besye ẍurûr. satê bibyeyn sa
min ney demî diłdarî û to dengî tyûr
***
xizmetçî nyazmane şitumek le jyan
tuḧfey desî diłdarye be nirx û beha
perwêz û mu’ella, katê biçnîn sa
min besteyî berceste û to nêrgizî şehla
***
piř zemzeme baẍêke zemîn tom hebê be dem
xoş neşwe çi camêke jyan saẍrî gulgûn
to şi’rî mucessem, min şa’îrî mulhim,
to ḧusin û fusun, min hemdeme meftûn