fesłî nohem

From the Book:
Te’rîxî Caf
By:
Karim Bey of Jaff (1885-1949)
 17 minutes  1402 views

beḧsî řyasetî kuřekanî miḧemed paşaye.

le te’rîxî hezar û dûsed û newed û noy hîcrîda1299=1882 meḧmûd paşa bû be ře’îsî ’umûmî caf û begzade û qaym meqamî ełebce. xoy û birakanî le pêş hemû şitêka ’umûmî hîmmetî xoyan serfî îqdamî ḧeqî miḧemed paşa le kerem weysî ke fîrqeyê bûn le şatrî û ew mu’ameleyan kird, kirdyan. ew fîrqe ke çwarsed mał bûn yek def’e meḧûyan kirdinewe, ne le xakî baban û ne le êranda małêkyan nemawe û neyanhêştin. be qerarê wekû bîstûme yêjin: dû pyawyan ke kuřezayanin le kirmaşan mawin, ewanîş bûn be şî’e û îsmyan lenaw cafî muradîda meger be nawî wargekan û cêge xêłekanyanewe mabê egena nemawe.

meḧmûd paşa le sałî hezar û sêsed û yekda1301=1884 le terefî sułtan ḧemîdewe řutbey mîrî mîranî bo hat û meḧmûd paşa ke le ełebce qaym meqam bû, ’usman paşa beser piştimałewe bû, îdarey ’umûmî cafî ekird ta sałî hezar û sêsed û ḧewt1307=1890, meḧmûd paşa zor be tereqî û destiřoyn le ełebceda bû, le ’eynî sałda le weqtî beharda, namêq begî mîr ała bo teşkîlatî arazî sinyeNamed-Entity hate şarezûr małî ’usman paşa, leser awî zełim lenaw piştimałeda ebê, xizmetêkî zorî pê kird û mîwandarîyekî zor çak kira û zor le ’usman paşa û hey’etî małî řazî ebê û ’usman paşaş em xizmete ke pêy eka hîç metłebêkî pêy nabê û qa’îdey małî ’usman paşa, çe le ’eşayrîda û çe le danîştinda zor mîwan perwer buwe. weqtê ke eçête ełebce meḧmûd paşa mubalatî pê naka, ełê be meḧmûd paşa: min hatûm em enharane ke daxłî tapo nebûn bo sułtan ’ebdulḧemîd xerîtey bigirim û tapoy eka. meḧmûd paşa ełê: mułkî mîllet ’umûmî mułkî padşaye û padşa lenaw mułkî mîlletda mułkibûnî ba’îsî meẍdûryetî mîllete.

xulase be ’aczîy egeřêtewe silêmanî, telẍirafê bo sułtan ’ebdulḧemîd enûsê takû meḧmûd paşa le ełebce qaym meqam bê arazî sinyeNamed-Entity bo to ser nagrê û bełkû te’sîr ekate lîwakanî tirî ’êraqewe û ’usman paşa ke êste wa lenaw cafda, bo qaym meqamîy ełebce çaktire.

tebî’î, mes’eleyekî wa muhîmim sułtan ’ebdulḧemîd ’aciz eka, lepaş pênc mang telẍirafê le estemûłewe, weqtê payz -ke ’eşayr bo germyan ehatîn, we małman le gewre qeła bû- hat bo ’usman paşa nûsrabû: ’usman paşa qaym meqamî ełebce û meḧmûd paşa muteseřîfî orfe. kuřî gewrey miḧemed paşa lepaş ’usman paşa ře’îsî caf aya ’usman paşa û baqîy kuřekanî miḧemed paşa hem leber eme ke ’usman paşa eçête ełebce û lêyan dûr ekewêtewe û hem leber meḧmûd paşa -ke erşedî ewladî miḧemed paşa buwe û le cêy bawkyan danîştû- ’adeten bû be te’zyeyekî gewre û emîşyane lê me’lûm bû ke meḧmûd paşa muteseřîfî orfe qebûł naka û ebête ba’îsî tefrîqî begzade le yek û hem kuřekanî miḧemed paşa neyan etwanî biłên be ’usman paşa: ke em qaym meqamîye qubûł bike. leber muḧafezey cêge û řêgekeyan mecbûr bûn bo nardinî ’usman paşa e ełebce.

meḧmûd paşa çwar mang le ełebce mawe û ’usman paşa lew çwar mangeda kemtir mudaxeley umûrî qezay ekird. meḧmûd paşa le beharî ew sałeda xoy û miḧemed’elî begî biray řoyîn bo estemûł bo lay sułtan ’ebdulḧemîd û sułtanîş ke meḧmûd paşay le estemûł dest kewt be sehîlî îznî neda, dû sał le estemûłda mawe û bîst hezar lîre letek sê espî zor çak û be’zê eşyay beqîmet letek xoyda birdibûy, esp û eşyakan bo pêşkeşî sułtan û parekeş bo be’zê le hey’etî wizera û mesrefî xoy.

le paş sałê miḧemed’elî beg hatewe bo naw caf, emma be miḧemed’elî begda kaẍezêkî nûsîbû bo lay birakanî: her weqtê ke nûsîm bo dûsed qeran û lîreyek be telẍiraf ke ḧewałey bikene lay ḧemeqedo le musił ewe bom binêrê, eme latan me’lûm bê ke min le estemûł beřêy badkubey řûsda fîrarim kirduwe, fetaḧ begî biram letek dûsed swarda bêt bo řeşt, lewê le małî řostem beg nawê, ke esłen xełqî silêmanî buwe û le tayfey meḧmûd begî saḧîbqerane, xeberî min ezanin û min ta sałêkî tirîş beher new’ê bibê teḧemul ekem, bełke le terefî padşawe î’adey lutfê bibê.

em kaẍeze le beynî meḧmûd paşa û birakanya wekû «şifre» wabû, emma ’usman paşayan ḧałî nekird, newekû ’usman paşa leber meḧebbetî cêge û řêge û nufûzî xoy em xebere biław bikatewe û meḧmûd paşa le estemûł dûçar bibê, egerçe meḧebbetî birayetîyan zyatir bû, we hem daykîşyan yek bû, emma birakanî îḧtyatyan ekird, çunke meḧmûd paşayan zor xoş ewîst.

meḧmûd paşa lepaş ew sałe ke sułtan murexesî nakat letek şêx qadrî şêx ’ubeydîlla, we kuřî bedirxan paşa le estemûła yek egirin û îtîḧadêkî qewmîyet eken û hersêkyan fîrar biken her kes bo mewqî’î xoy. cwabî me’mûrînî turk biden.

řojî we’dey řakirdin, meḧmûd paşa mwefeq ebê, ewan ekewne dwa û xefye xeberyan lê eda, we egîrên. şêx qadrî şêx ’ubeydîlla enêrne mekkey mukeřeme, we kuřî bedirxan paşa bo qet’eyêkî tir nefî eken.

meḧmûd paşa řojî řakirdinî telẍirafêkî nûsîbû bo birakanî leser ew qerare ke daynabû, xom le fikirim dê û lew weqteda ’umirim no sał bû, telẍirafekeyan hawird, begzadekan le małî siłêman begî mamem girdibûnewe, neyanhêşt kes le piştimałe û caf biçête nawyan, sê se’at zyatir muzakereyan dewamî kird. min her ewendem lê ḧałî bû fetaḧ begî bawkim ew řoje swar bû, řoyî, nem’ezanî bo kwê eçê, ḧetta le małîşewe ehlî mał neyan’ezanî bo kwê çuwe!

be leşkirewe eçête bîcař, małî ’elîřeza xanî ḧakmî bîcař û ’elîřeza xan dostî û yekcîhetîy letek tayfey êmeda zorî bû, fetaḧ beg qisekey letekda ekatewe, we ’elî řezaxan ełê be fetaḧ beg her çilon to bira biçûkî meḧmûd paşay, minîş herwame. emma bem leşkirewe řoyînî to bo řeşt ke serḧedî êran û ḧudûdî řûse, eme zor bê munasebete. min tedbîrêkî çaktirit bo ekem. to lazme tebdîlî qyafet bikey, swarêkî min û swarêkî xot, ewanîş be tebdîlî qyafet letek toda bên, swarekey min bo şarezayî řêge û swarekey xoşt bo xizmetî xot û qîsmê le leşkireke bigeřêtewe, penca swarêkî lêre bimênin ta meḧmûd paşa în şa’ alleArabic egate êre. destê lîbasî «mîrpencî»y xoy bo fetaḧ beg û dû dest lîbasî serbazî êran bo pyawekan eyandatê. le bîcařewe be řêgey tarim û xałxałda eçin bo řeşt.

ke weqtê fetaḧ beg egate řeşt eçête małî ew řostem bege, lewê xeberî lê epirsê, nawî meḧmûd paşa naba, nawî ew pyawe eba ke letek meḧmûd paşada ebê, wekû mela miḧemedî sineyî bê, çunke ew mela miḧemede sineyîye ebê be wasîtey dozînewey ew řostem bege bo meḧmûd paşa. řostem beg ełê: em beyanîye se’at çwar mela miḧemed xoy û pyawêk lêre ḧereketyan kird bo terefî sine, îmşew han le çwarşemme bazař, ke pênc se’at lêrewe dûre. her ew şewe fetaḧ beg dêtewe çwarşemme bazař, emma naçête ew karwanseraye ke meḧmûd paşay têda ebê, newek meḧmûd paşa lexew hełbisê û bikewête ẍaylewe, eçê le karwanserayekî tira da’ebezê, beyanîy zû eçê bo lay meḧmûd paşa, meḧmûd paşa se’atê le şew emênê swar ebê eřwat. fetaḧ beg xoy û řefîqekanî be ẍar eřon beşwênîda le řêge eygenê.

weqtê tûşî ebin meḧmûd paşa da’ebezê xeberî birakanî û baqîy begzade epirsê, bo mirdinî ḧesen beg û qadir begî biray zor mute’esîr ebê, çunke le te’rîxî hezar û sêsed û heştî hîcrîda ew dû kuřey miḧemed paşa, le beynî panze şewa, be ’îlletî çaweqûłe mirdin. lew te’rîxeda meḧmûd paşa le estemûł ebê. egerçî zor telẍirafyan bo nûsîbû, ke çawî ekewê be fetaḧ begî biray tebî’îy be tazeyî mute’esîr ebê. fetaḧ beg zor diłxoşî edatewe û her lew cêgayeda meḧmûd paşa tebdîlî qyafetî xoy eka, leber eme ke le xakî řûsewe hatbû lîbasî ehlî řûsî leberda ebê, lîbasyan bo birdibû, hem mayn û tifengîşî bo eben.

sułtan ’ebdulḧemîd ke xeber wer egrê telẍiraf bo «nasir aldîn» şa enûsê: meḧmûd paşa beser xakî řûsda řû be êran hatuwe, ebê derdestî bikey, bom binêrî, we ew swarane ke letek fetaḧ begda eçne bîcař. em xebere le êrana biław ebêtewe şah emir eda be ’elîřeza xanî ḧakmî bîcař lebatîy ewe bîgrê ełê: îḧtîramî bigre û îstîqbalî bike be ’eskerewe. weqtê ke meḧmûd paşa egate bîcař ’elîřeza xan bew fewce ’eskerewe ke le bîcařa ebê eçê be îstîqbalyewe, zor xidmetî eka û çwar şew le małî ’elîřeza xan emênê. we le bîcařewe dû swaryan nardewe bo em xebere.

lem şarezûrewe ’umûmî begzade û ’umûmî leşkirî caf letek begzadey hewramîy lihonda nizîkî çwar hezar swar çûn bo îstîqbalî, le pirdî gařan leşkireke be ’umûmî geyştinê. piştimałe û caf le şarezûr bû, hatnewe.

ḧukûmetî turk kewte pelepel bo meḧmûd paşa, çwar řoj dway hatnî meḧmûd paşa dû hezar ’eskerî pyade hat bo ełebce. ew řoje ’umûmî leşkirî caf le piştimałe bû. ’ebdułła paşa ke ře’îsî fîrqey baram begî bû le begzade, sur bû bo ser řêy ’eskereke. meḧmûd paşayş ḧezî ekird bew şeře. miḧemed’elî begî biray meḧmûd paşa zor pelepelî kird bo men’î şeř û baqîy birakanî tirî, wekû siłêman beg û fetaḧ beg talîb bûn bo kirdinî. miḧemed ’elî beg be her new’ê bû pekî ew şeřey xist lew řojeda û ḧeqanîyet îsbatî kird fîkirekey.

’eskereke be selamet çûne ełebce lay ’usman paşa, lepaş sê, çwar řoj piştimałe baryan kird bo qezay kifrî. weqtê ke mał geyşte kanî çeqeł, cêy zûsaney begzade, seyîd ’ebdulḧemîd nawê le terefî padşawe hat bo lay meḧmûd paşa îqna’î bika biçê bo estemûł. meḧmûd paşa îmrarî weqtî ekird takû miḧemed’elî begî biray çuwe beẍda lay nesret paşa muşîr, ke nesret paşa şitêkî wa bika ke meḧmûd paşa neçêtewe bo estemûł û padşa ’efwî bika. nesret paşa ełê be miḧemed’elî beg: lazme meḧmûd paşa bêt bo lay min e beẍda.

miḧemed’elî beg le beẍda hatewe letek meḧmûd paşada muzakerey kird bo řo’înî bo beẍda. meḧmûd paşa leser qewl û te’mînî nesret paşa ke be miḧemed’elî begî biray dabû çû bo beẍda. le małî nesret paşay muşîr da’ebezê. nesret paşa telẍiraf enûsê bo zatî şahane, cwabî telẍirafeke edatewe: lazme meḧmûd paşa bêtewe bo estemûł, nesret paşa dûbare telẍirafêkî zor baş bo neçûnî enûsê. dûbare cwab edatewe: qabîl nîye ebê bê bo estemûł. sułtan ’ebdulḧemîd lew řakirdinî meḧmûd paşaye le estemûł zor ’aciz ebê.

meḧmûd paşa ełê: eřomewe bo estemûł emma be řêgey musił da eřom, le kifrîwe, çunke pare û esbabim wa le małda, lewêwe enêrim bom bête kifrî. tabûr aẍasîyek letek panze swar jandirmeda bo řêk exen letekya bin ta musił.

miḧemed’elî begî biray sê řoj ber le ḧereketî ew le beẍda řû be pişt ḧereketî kird. be geyştinî ew piştimałe ’umûmî begzade letek leşkirî ’emełe û piştimałe û şatrîda û leşkirî gełałî be ’umûmî hezar û pêncised swar le řojî geyştinî meḧmûd paşa e qeretepe bem leşkire gewrewe daxłî qeretepe ebin. nîyetî tałankirdinî qeretepe eken, meḧmûd paşa nayełê û tabûr aẍasî, ke letek meḧmûd paşada ebê, eçête lay meḧmûd paşa ełê: muḧafezey namûsim bike, meḧmûd paşa ew şewe zor ḧurmetî egrê û în’amîşî legeła eka.

beyanî le qeretepe bew leşkirewe beser zengabad û pałanîda be řaw kirdin hatewe bo kanî çeqeł lenaw piştimałeda takû behar danîşt. le weqtî beharda ke ’eşayr egeřawe bo şarezûr û kwêstan, we caf le dewrî syare û piştimałekanîş le zemawenge bûn le silêmanîwe şêx marfî qazanqaye kaẍezêkî be xefye bo meḧmûd paşa nard: ke wa dû hezar sware û çwar hezar ’eskerî pyade bot ḧereketî kird. meḧmûd paşa ke em xeberey wergird letek fetaḧ begda le awî sîrwan peřîwe, çuwe kejî zimnako û ’eşîretî yezdan bexşî le şemêranda letek ’eşretî tawegozîda be ’umûm çûne elay. fetaḧ beg geřayewe bo piştimałe, lew ’eskere ke be ’umûm geyştin, ’usman paşa ke le ełebce bû be ’ecele kaẍezî nûsî bo birakanî, nûsî ke: be hîç new’ê şeř letek em ’eskereda nekirê û ne xotan û ne bêłn caf te’eřuz bem ’eskere neken. îşî meḧmûd paşayş çak ebê û em ’eskerîşe le meḧmûd paşa zyatir ḧeqî beser kesewe nîye, hemû begzade kesî le mał derneçû, ’eskereke ta elay piştimałe xeberî meḧmûd paşayan pirsî, wityan: çuwe bo şarezûr lepaş şewê ’umûmî řû be şarezûr geřawe. weqtê egene ser sîrwan le terefî şemêranda xeberî meḧmûd paşa ezanin ke wa le zimnako nizîkî çil, penca kełek ebestin ke bipeřnewe. meḧmûd paşa ke em xebere ezanê leber selametîy ’eşîretî yezdan bexşî bexoy û sî swaro le xwarî ’eskerekewe, le kotereřeş le sîrwan epeřêtewe. teskereyê enûsê bo kerîm begî qaym meqam: eger êwe meqsedtan mine lem peřînewe min le zimnako nîm.

kerîm begî qaym meqam xetekey meḧmûd paşa enasê û be dûrbîn, hem ferqî swarekan eka be xoy û ’umûmî êsir swarekeyewe ekewête şwên meḧmûd paşa řû be deştî şarezûr meḧmûd paşa bełedîy ebê le deştekeda û ewan nabełed ebin. ’eskere swareke exate çemî sardikewe, be sê se’at le quř necatyan nabê! ta ewan le quř necatyan ebê meḧmûd paşa eçête banî binok ser kejî hewraman. birzû begî ře’îsî hewramanî text be çwarsed tifengewe eçête elay ’eskerî turk. me’lûme tecawzî ḧudûdî ne’ekird, şeş, ḧewt řoj le şarezûrda ’eskereke mawe, ’umûmî çûne ełebce.

meḧmûd paşa dûbare geřawe bo zimnako. ta emane kira ’umûmî caf û begzade geyştine şarezûr, meḧmûd paşa le zimnakowe telẍirafêkî nard bo silêmanî nûsîyan bo sułtan ḧemîd ke: min be ’esker nagîrêm. bem şerte me’mûrî ḧukûmet letekma nebê û le hemû şarê beserbestî tya bim xom yemewe bo xidmetit û sułtan ’ebdulḧemîd xan dûbare merḧemetî kird û telẍirafekey qubûł kird û emrî da be hatnewey bew new’e ke xoy tełebî kirdibû, ’eskerekey ełebce řoyyewe bo silêmanî û kerkûk.

meḧmûd paşa hatewe piştimałe, xoy û ’elî begî kuřî ke lew weqteda ’umrî sêngize sał bû, çû bo estemûł. sułtan ’ebdulḧemîd em mu’ameleyeyî nexsite eřûy. lepaş sałê manewey le estemûł î’ade merḧemetêkî zorî letekda kird, me’aşî bo biřîwe û pangize muqate’ey gewrey le qezay kifrî û qezay ełebce û silêmanîda daye be pênc hezar lîre û parekeyşî be pênc sał bîda û le paş sê sał řuxsetî da û nardyewe naw caf û şarezûr û kirdî be ře’îsî caf.

le sałî hezar û sêsed û dwangizey hîcrîda1312=1894-1895 hatewe e şarezûr, takû sałî hezar û sêsed û bîst û şeşî hîcrî le kemalî tereqî û destiřoyîn û nufûzêkî zor lenaw ’eşayra dewamî kird, be new’êkî wa le wîlayetî sine û kirmaşanda zyatir destî eřoyî takû lenaw cafda! birakanî lem beyneda hemûyan mirdin û meḧmûd paşa xoyşî pîr bûbû û taqetî be’zê mu’ameley dinyayî nemabû, ḧukûmetî turkîş lepaş î’lanî meşrûtîyet fikiryan gořa, meḧmûd paşa derkenarî û bê deẍłîy le hemû şit pê xoştir bû.

le sałî hezar û nosed û hejdey mîladîda1918 îngilîs hate kifrî û lîway kerkûk û silêmanî suqûtî kird le dest turk. meḧmûd paşa be xoy û piştimałekeyewe le qezay ełebce manewe. ew sałe le hawînda neçûne qizłice û xoy be zustan eçuwe nergisecař û be hawîn le şemêran ema, ta le te’rîxî 1239y hîcrîda le 15y mangî şe’banda1824/04/14 le řojî çwarşemmeda be ’umrî ḧefta û heştewe be řeḧmet çû. leser çemî sîrwan le şekmeydan û le camî’î qizrabat -ke binage řawî xoyetî û mewqûfeyekî zorî le xaneqî û qizrabat bo danawe ke sałî hezar lîre warîdatî ebê- medfûne letek keyxusrew beg û eḧmed beg ke kuřînî û miḧemed’emîn beg ke kuřî keyxusrew bege û miḧemed beg ke kuřî miḧemed’elî begî birayetî.

meḧmûd paşa pyawêkî zor saḧêb îḧsan bû, egerçî bo ḧisabî dunyayî qusûrî ne’ekird, terefî xudayî zor muḧafeze ekird û zor saḧêbî neqid bû, kullî sałê zekatî şer’îy lew pare neqdîyey derkirduwe. we kullî sałê ferzî kirdibû leser xoy ke çil kes be parey xoy binêrête ḧîcaz û em mu’ameley ta çwar sał ber le mirdinî dewamî kird. her wekû mizgewtî qizrabatî dirust kirdiwe, mizgewtî dekke û medresey xaneqî, ewanîş le bînay ewn. we le kanî çeqełîşa zyad le bînakanî miḧemed paşay bawkî bînayekî gewrey kirduwe.