fesłî şeşem

From the Book:
Te’rîxî Caf
By:
Karim Bey of Jaff (1885-1949)
 9 minutes  1508 views

beḧsî kuřekanî siłêman bege: herdiwanyan ře’îsî ’umûmî caf bûn. emane le paş bawik û mameyan mudetî panze sał le kemałî destiřoyînda îdarey em ’eşîreteyan kird. behram begî mîre beg -ke mîre beg biray biçûkî zahîr beg buwe û wêney lenaw te’rîxî ḧukmidaranî baban ke řêkxirawî seyîd ḧuseynî řewandizîye, heye- kewte naw ’eşîretî caf be fîtneyî û ḧakmekanî bebeyş neyan’ewîst ke begzadey caf nuxte muqabîlyan le xakî babanda bwêstin ke hem îqtîdarî małîyan bû hem ’eşîretêkî wekû caf le êran û ’êraqda ke ewan daymen murace’etyan pê ekirdin be êran û ’êraq û tirsî syasetyan le êran û ’êraq bû, neyan’ewîst ke ’eşîretî caf tewesu’ biken le kemałî sułḧ û selametîda bimênnewe û şarezayî legeł wezaretî beẍda û ḧukûmetî êranda peyda biken. yarîdey behram begî mîre begyan eda leser ew fîtneyîye û behram begîş hem amozay qadir beg û keyxusrew beg bû, hem ḧîsseyêkî gewreşî le begzade ebird, xoşî pyawêkî zor aza û ’aqił û dewłemend buwe. mwefeq hat beser fîkirî xoyda, bû be ře’îsî ’umûmî caf. qadir beg û keyxusrew beg lenaw caf derçûn, çûne yengîce û babołan û sê sał lewêda manewe be hezar małê le caf û piştimałewe. wezîrî beẍda zor ḧurmetî egirtin. emma destî beser wiłatî baban û cafda nebû ke îşyan çak bika û behram begî mîre beg zor tereqî kird û esasî gewreyî boy tewaw bû. lepaş sê sał ’umûmî caf kwêxakanyan le ’umûmî fîrqekan gird ebnewe, ełên: ême be çwarsed mał feqîr û fuqerawe le cwanřo hatîne ewłatî baban le sayey se’î û telaşî qadir beg û siłêman begî zahîr begewe, em cêge zore letek şarezûrda edestî ême kewt, îste bo çî be fîtney baban ême welî nî’metzadey xoman bifewtênîn? be def’eyê sê hezar swar û sê hezar pyade ebene małî keyxusrew beg û qadir beg bê pirs baryan eken eyandêrnewe naw xoyan û be behram begî mîrebeg ełên: ême be sûretî qet’î to be ře’îs nazanîn, ře’îsî ême keyxusrew beg û qadir bege ke kuřî siłêman begin û eger ḧakmî bebeş des lem fîtneyye hełnegrê îdarey ewîş têk edeyn û awedanî le ḧukûmetî bebeda nayełên.

we ḧakmî bebe lew weqteda siłêman paşay bawkî eḧmed paşa ebê. ke em xebere wer’egrê zor ekewête pelepel, weqtî behar ke ’eşayr be ’umûm eçne şarezûr xoy be ’umûmî pyawe gewrekanî bebewe eçête małî keyxusrew beg leser awî zełim. zor diłxoşîyan edatewe û efermiwê: lem meseley êweda min qebaḧetim nebuwe, biray xotan letek ’eşîretekeda emeyan kird. îste madam xotan û ’eşîrettan mwafîqin min hîçim nawê û le ’umûmî şarezûr min sê cogem heye ke ’îbaretin le: delên û mwan û małwan. baqîy dar û berdî qezay ełebce û siroçk û pênciwên ’ayde be êwe, ’eşretî xoştan heçî tekalîfî heye hî xotane, be xořayî le min ’aciz mebin, lazme minîş û êwe bo selametîy îstîqlalî xakî bebe pelepel bikeyn ke dû duşminî wekû êran û wezîrî beẍda ke çawyan tê biřîwîn be ’umûmî pyawe gewrekanî bebe wekû ’ezîz aẍay mesref û ḧacî beg û eḧmed begî saḧêb qiran û ’ebduřeḧman aẍay barçaweş letek keyxusrew beg û qadir beg îttîḧad eken bo teḧkîmî mewqî’î siłêman paşa, we siłêman paşa ’ezîz aẍay mesref enêrête lay keyxusrew beg ełê: min ḧez ekem ke xizmayetyekî zyade letek ewana bikem ke daymen min lewan emîn bim û ewanîş le min emîn bin, daway kiçî keyxusrew beg eka, keyxusrew beg ełê be ’ezîz aẍa: ême jin be ẍeyrî cînsî xoman nadeyn û em qa’îde wesîyetî ecdadîmane. emma wełed beg, ke yekêke le begzadekanî caf, kiçî heye be ew ełêm bîdatê û kiçî wełed beg perîzad xanim eden be siłêman paşa, lew kiçe eḧmed paşa û ’ebdułła paşa û miḧemed paşay bawkî ḧemdî beg lêy ebê.

em qa’îde ke min ze ẍeyr nedrê, îsteş dewam eka, emma le cînsî ême ke begzadey keyxusrew begîn dû jinman be seyîd dawe, yekêkyan be kuřî kak eḧmed ke şêx se’îdî bawkî şêx meḧmûde û kiçêkî qadir begî keyxusrew beg dirawe be şêx ferecî berzence û lem axrîşeda kiçêkî siłêman begî miḧemed paşayan dawe be cemîl begî mecîd paşay baban û em qa’îdeye herwek lenaw muntefîkda carî buwe lenaw êmeşa carî buwe ta îmřo dewamî kirduwe, bizanîn lemewla çon ebê.

qadir beg le te’rîxî hezar û dûsedî hîcrîda be řeḧmet eçê û řyaset be ’umûmî, ḧesir ebête ser keyxusrew beg. qadir beg tenha kuřêkî ebê ke bawkî gewrey begzadey behram begîye, mindał ebê ’umrî le dewrî dwanzeda ebê û nawî miḧemed beg ebê, keyxusrew begî mamey zor ẍedrî lê eka û le cafda beşî nada û ca ’umûmî xerc û pîtak û tekalîfî bo xoy wer’egrê. daykî miḧemed beg ke nawî zubeyde xan buwe û kiçî mîre beg buwe miḧemed begî kuřî ebate silêmanî lay ḧakmî bebe şikat ekat le keyxusrew beg. ḧakmî bebeş be leşkirewe dête şarezûr, le małî keyxusrew beg da’ebezê. ’umûmî begzade gird ekatewe, ’umûmî kwêxay caf le danîştû û geřyaw ḧazir ekat û zor serzeniştî keyxusrew beg eka, pêy ełê: em kuře birazate û bawkîşî bira gewret buwe, le ser to lazme letek kuřî xota ferqî nekey. mecbûrim leber xatrî qadir begî siłêman beg hewaxwahîy em kuře bikem. aya le caf û aya le dêhatî şarezûr û etraf ebê beşî bo dabnêm. keyxusrew beg řazî ebê be teqsîmî dêhat û caf le ’eşîretî caf. le tayfey mîkayełî ḧeme’elîweysî û ałî begî, řeşuborî, xarîcî şwankare, be geřyaw û danîştûyanewe, ’umûmî edrê be miḧemed beg û le ’eşîretî şatrî û wirde şatrîy, be giřyaw û dayştûyanewe, ewîşî edrêtê û fîrqey nejwênî, ke ’elawecatî şatrîye legeł sofî wenda û ’umûmî newrolî, xarîcî fîrqey --meMissing, ewîşî teslîm ekirê û le dêhatî qezay ełebce û şarezûr --nideMissing û çirustane letek qaremanî û ẍułamîda, danîştû û geřyawyan û letek řengał û kakirdelMissing û zerdyan û ’umûmî warmawa ke ’îbarete le sêdare (syare) û bîrkê û çinare û eḧmedbiřinde û --łanMissing û wazoł û ’azeban û twequt û cerdasteMissing û xeneke û --maşMissing û sweylemş û qayneyce, le naḧyey xurmał û dû nehir le naḧyey pênciwênda û le qeredaẍ sêwsênan û kelweş û mesodî û --meteyMissing edenê. baqîy tirî caf letek şarezûrda we naḧyey pênciwên ’umûmî bo keyxusrew beg emênêtewe.

miḧemed beg le paş em teqsîmate le piştimałey keyxusrew beg der’eçê, sed û penca mał piştimałe bo xoy da’enê û pyawêkî zor aza û ’esker buwe, begzadey baram begî hemûyan ewladî ewn û şeş kuřî buwe: baram beg, mîran beg, emîn beg, ’ezîz beg, eḧmed beg, fetaḧ beg. baram beg kuřî gewrey buwe, lem axryeda begzadey baram begî be nawî ewewe naw ebrên. emma letek begzadey keyxusrew begîda, ke êmeyn û eḧfad û kuřezay keyxusrew beg û miḧemed paşayn, yeg řeg û yek xwên û amozayn. egerçî ewanîş saḧêb êl û cêge û řêge bûn wekû ême, emma le zemanî keyxusrew begewe řyasetî ’umûmî caf û begzade be destî keyxusrew beg û kuř û kuřezayewe buwe û weqtêkîş ke ḧukûmetî turk wiłatî babanî girt û înqîrazî ḧukûmetî baban bû le te’rîxî hezar û dûsed û şest û şeşî hîcrî da lew zemaneşewe řyasetî ’umûmî -ke be emrî ḧukûmetî ’usmanî buwe- bedest begzadey keyxusrew begîwe buwe û keyxusrew beg le paş ew teqsîmate ta sałî hezar û dûsed û çil û çwarî hîcrî, îdarey ’umûmî caf û begzadey kird û lew te’rîxeda be řeḧmet çû. pyawêkî zor musułman û saḧêb îḧsan buwe, le lîbasî ḧakmî da zor bê nefis buwe û daymen dû dewarî gewre, ke her yekêkyan de dîregî buwe bo feqîr û fuqera û seyyaḧ mexsûs buwe. ’adeten małî wekû tekyeyekî bê fêł buwe. letek emeşda usûłî ’eşayrîy xoy têk nedawe we ewey ke muḧafezey setwetî bika le destî ber nedawe le leşkir û swar û komeł. we zor terwîcî ehlî ’îlim û tedrîsî kirduwe. çend medreseyekî mexsûsî le dêhatana buwe, be wasîtey emewe ke zistanan le beẍda nizîk ebûnewe û hawînan eçûne êranewe terzî ḧeyatêkî mutemedînaneyan wergirtibû û zor be serwet wisaḧêb pare buwe, be dereceyêkî wa ke sałî sed kesî feqîrî be mesrefî xoy enard bo ḧîcaz û neyhêştuwe le piştimałey kesî le małî xoyda nan bixiwa, îlla le ser sifrey keyxusrew beg nebê û le paş xoy pênc kuřî buwe: siłêman beg, qadir beg, ’ebdułła beg, miḧemed beg, ’ebduřeḧman beg.