xêłî diro

From the Book:
Xewe Berdîne
By:
Sware Ilkhanizade (1937-1976)
 1 minutes  3498 views
êwe kên? xêłî diro
gelî dem piř le hera
nîştecêy şarî be girme û dûkeł
pêm biłên:
êwe çi karen?
çi kesin?
êwe ey kirmî kitêb
yarî ẍarî hode
be gerûy qaspekerî kewtarên
cařî kam gum bû eden wa be hełpe û be deho?
êwe:
mîratgirî kam cê leweřn?
êwe,
ḧaşargirî řûbendî wişe
bûkî bin taray sûr
xwa neka bay be tewjimî kwêstan
laberê perde leser bałatan
derkewê her dekujin dûradûr.
êwe:
key şêrî çyan?
berdemawxorî tułe û gurgî geřn
qaqře gyane heway berpiştên
şorekatêke kujey xełfî dest
zelkeye kořeketan êwe zeln
her be bayek egřên bê derbest
kam beyan ber bû le bendî şewezeng?
kam kuley şoř be nefestan laçû?
mil be bermûrî wişey řengawřeng!
kame pê kewte pyasey řêtan?
êste wa girme le kêwan berze
mêş exate leşî ga bûlerze
êwen û êwen û lokey gwêtan
besyetî... besyetî
wa hat... wa çû.