pêm xoşe temaşay qedit ey serwî xeraman

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  933 views
pêm xoşe temaşay qedit, ey serwî xeraman
carê be kerem sa were řabûre be laman
ew nexte xeyałate ke wa mawe le serma
bê mîhrî řuxt řef’e beyek def’e le serman
nałêm senemî, kufre, ema qîbley qelbî
menzûrî hemû xełqî çi gebir û çi musułman
bem ẍemze û naz û nîgehî çawî xumaret
tałanberî zuhhadî û ẍaretgerî îman
cê zexmî mujet merhemî me’dûme le dinya
çarim nîye ełbet be dûsed her wekû luqman
zêwerPen name meke emřo be nîşanî sitemî xot
ummêdî biřawe le dewa û çarî ḧekîman