zahîd were emcare biken terkî hemû kar

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  1081 views
zahîd were emcare biken terkî hemû kar
bêne nezerî diłberî piř danşî ’eyyar
ey şêx û mela pîr û cwan êwe leber çî
nayêne temaşa û nîgehî řojê dû sed car
şew řoje, be řoj řoj wine ḧeyran le felekda
wextê ke le mał bête derê turkî sitemkar
řûmetguł û mûsunbul û qed wekû ’er’er
bo seyrî ewestin le sema seb’eyî seyyar
mîḧrabî biroy cûte wekû qews û mujey tîr
têy kirduwe řû ermenî û şî’e û kuffar
ey dił be ’ebes nałeyî bê fa’îde bo çî
te’sîrî nîye nałeyî ’aşiq le diłî yar
zêwerPen name! bese zarî ke le zarît hemû ’alem
bêzarin û ẍembarin û endoh û diłazar