la bide perde ey gułî ře’na

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 3 minutes  1172 views
la bide perde, ey gułî ře’na
derkewê ba dû nêrgisî şehla
ya dû le’lî ’eqîqî bê hemta
ta be can ême bêyne ser sewda
ka’înatê exeyte wecd û tereb
be temaşayî mahekey nexşeb
weh çi şîrîne şehdî guftarit
hey le cîlwey benazî řeftarit
beh le ẍemzey dû çawî seḧḧarit
barekełła le ḧusin û enwarit
superit bê hemîşe hîmmetî ẍews
ḧafîzî çawî bed, kerametî ẍews
toy şehenşahî ḧusin û saḧêb tac
ḧazirin şahîdan be cîzye û bac
hemû teslîmin û nyane ’îlac
her be to layqe ’etayî xerac
meclîsî toye baregahî fereḧ
dûr le řûy toye xwabgahî tereḧ
ey bitî şox û nazk û gustax
nefesêkim nîye bebê sed ax
bûme mecnûnî deşt û ser kel û şax
çaweřêy lutfim ey be řû gułebax
merḧemet ke be nałe û feryad
be cefa memkuje wekû ferhad
çende xoşe le fîrqeta kaẍez
wergirî to le posteda kaẍez
wek şîfaye le hîcreta kaẍez
nîsfî wesłe le mîḧneta kaẍez
xeberî diłberî şikerguftar
wek tedawî ḧekîme bo bîmar
seydî kirdim be dawî ẍemze û naz
diłberî çîhre’esmerî çawbaz
diłberanîş exate beḧrî nyaz
şahbazêke zor biłindiperwaz
wenye her şêtî ’eşqî min bim û bes
sarîye derdî ’eşqî bo her kes
şu’leyî ḧusnî diłberî mehweş
diłî kirdiwe be kûreyî ateş
kesnenas û bede’ye û serkeş
le hemû lutif û merḧemet bêbeş
le kefîda dî cewrî, dûre xelas
’adetî kuştine be ẍeyrî qîsas
nîye hawřengî to leser řûy erz
ger beserya biřoy be tûl û ’erz
çon nebê mîhrî to leserman ferz
be zuban dêm ekem teşekkîm ’erz
le cefay ’aşiqan bese îfrat
nobete bo wefa û ’eyş û nîşat
ba nełên xełkî ’aqłe û wa’îz
’almî çake ’adłe wa’îz
çunke lay ême cahîle wa’îz
guftugo û we’zî batłe wa’îz
meslekî ’aşiqane wecd û sema’
be hezar we’iz nakirên îqna’
xoşe fesłî behar û dîdenî baẍ
neẍmeyî bulbulan le gułbenî baẍ
seyrî eşcarî berzî me’denî baẍ
seyrî arayşî mulewwenî baẍ
ẍayetî bê ḧebîb ebête esef
şewqî ’umirit hemû eçê betelef
mahî min zahîre lenaw afaq
da’îmen bedre, nakewête mîḧaq
ḧusnî ew ’alemêkî xiste meraq
kes nemawe ke boy nebê muştaq
şuhretî ḧusnî geyye ’erş û felek
bûne xeddamî, baregahî felek
ey mehî asmanî ḧusin û cemał
le ẍemî bedrî řûte bûme hîlal
ew kese bote saḧîbî îqbał
ke nizîk bêtewe le bezmî wîsał
her ẍemî toye bote hawderdim
zerbeyî ’eşqe çîhrey zerdim
her wekû ehlî bê mîzace zeman
meslekî sabtî nîye bo man
derdî dinyaye nakirê derman
mer le dinya ecel bika derman
xełefawîn le afetî, min û to
beşbiřawîn le nî’metî, min û to
diłberî şox û şengî dîdesyah
geh be ẍemze gehê be tîrî nîgah
’aşiqanî bebê xeta û gunah
hemû xistote derd û nałe û ah
dûre bo diłberan wefakarî
sehwe bo na’umêdegan zarî