witî bo çî weha bê tîn û bê řeng

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  3795 views
witî: bo çî weha bê tîn û bê řeng?
witim: to boç ewende şoxî û şeng?
geyştin bew şehî ’alî meqame
nye, fikirim, xeyałim xawe, pê leng
heta lew yarî demsaze cuda mam
wekû ney bênewa kewtûm û bêdeng
degeyîye menziłî selma be sed qeřn
be gamê tey bikey ger sed de firseng
yekê ’aşiq be xû, yek talîbî řû
yekê mecbûrî bo, yek maylî řeng
xet û zarî ke basî kewte gułzar
keç esto ma wenewşe, ẍunçe dił teng
cîhanî kirduwe serxoş û medhoş
lebî wek bade, xettî sebzî wek beng
meger xwênim sîcafî bê berî dem
ke wa ew damenem kewtote ber çeng
diłî senge, debarê guł be serya
ewî guł bû, zemane daye ber seng
ke bote doşek azfar alminîّةArabic
le na’ehlan ewendem dîwe serçeng
bitan emřo le fezłî ême dedwan
feřeng îşî çi bê meḧwîPen name be ferheng!