misto, wadyare, toş cil xwar ekey

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  1030 views
misto, wadyare, toş cil xwar ekey
estot exurê û meylî bar ekey
name enûsît be zibanî turkî
le mîllyetda ma’il be şirkî
ême ke kurdîn le laman waye
kurdî zibanêke zor bê hawtaye
nawî pêẍember ḧemey řesûłe
nwêjman be kurdî lay xwa qibułe
eger tełqînim be kurdî nedrê
gwêy lê nagirim ba kifnim bidřê
ger meřnemûkey ’areb lêm pirsê
way tê exuřim ke ew bitirsê
eme dînme û dînêkî be ḧeq
leser pêstî xom eger bikirêm şeq
nûsîwte gwaya wezîfem mawe
herçîman kirduwe her natewawe
çîm kirduwe îsta carê le kwême?
mîllet lemew dwa umêdî pême
seyr ke beharim lê bê înşałła
le kurdistanda bîkem be hełła
şimal û cinub têkeł kem be qîn
bilerzênmewe gakey jêr zemîn
beydaẍî kurdî bilerênmewe
îrsî řoywekan bigeřênmewe
selaḧedînPerson û kerîm xanî zendPerson
babaşeref xanPerson şay koy demawend
bêne cimucûł řoḧyan şad bê
pêy mîlletekem le bend azad bê
le ser her kêwêk şêrê têxuřê
naw cergî hemû duşminan bibřê
ewca serbestî be ême edrê
xêr ewan bîden kełk nagrê
namewê bîden, ebê bîsênim
fikirim emeye heta emênim
hezarî wek min heta nekujrê
be qełem be xwên mersyey nenûsrê
bew xwêney xwênî mîllet necoşê
mîllet bo weten sya nepoşê
kiçanman le jêr beydaẍî řeşda
çaw hełnehênin be xwênî geşda
ta xakekeman be xwên neşorrê
îman be sikey řûpye negořrê
teşebbusatî min tewaw nabê
mutłeq em îşe her ebê wa bê