em xake pake, hêndem la çake

be nawî «debaşanî» ewe biławî kirdotewe
From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  1259 views
em xake pake, hêndem la çake
be şořî sewday dîdem nimnake
be timaşay dûr têrî lê exom
key dem geyşte sîney xom, exom
min be ser ewda ewîş leser min
be yektir şad bîn be kwêrî duşmin
lemewdiwa eger êwaran yaran
le dûm bigeřên wam le kosaran
karêzî şerîf, demî berbeyan
birîqe û wêney sîney ber beyan
aramgay şoxî dîdemestane
řişêney řuxsar ḧesretkêşane
le girdî yare çawim lêyetî
nazanim wêłî sewday kêyetî
yaxwa ewkesey ke em dû sałe
lêm kewtegîze wek zerdewałe
neyhêşt agirî yare bigřê
çeqoy ahî min cergî hełdiřê
be neş’ey behar lew mêrẍuzare
ko ebûnewe xełkî em şare
seyrî şîrînî wiłatyan ekird
daxî zistanyan le dił der’ekird
nîştiman be seyr dête ber çawman
be «ḧib alutinArabic» berz ebêt nawman
min zewqî şî’irim be çeşim endaze
şinoy beyanim legeł hamřaze
emewê goyje û ezmiř bêt beřêm
wek qeysî duceyl pyaya bigeřêm
legeł bałinde û diřindey yar bim
wek taqtaqkere şewan bêdar bim
her cêyek xakî wiłat piř nim bê
her şwênê daney aw le ser lim bê
ew cêye coşî giryanî mine
ewe hewarî hawarî mine