dayk

From the Book:
Koy Berhemî Qizilcî
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 10 minutes  2350 views

wa derdekewê «meksîm gurgîPerson» daykî zor xoş wîstuwe, payeyekî berzî bo dayk danawe. sê çîrokî le dway xoy becêhêştuwe serbasî hersêkyan «dayk»e; yekêkyan lasayî nameye, yekî tirîşyan çîrokêkî gewreye, ewî keşyan em çîroke biçuke kurteye, ca herçen karesatî em syane le yek cyawazin, bełam hersêkyan le basî dayk û payey berzî dayk edwên.

nûser: meksîm gurkî

***

ba ziman be pyahełutnî afretêk bikeynewe ke dayke, dayk: serçawey jyan! em çîroke le teymûrî lengî diłřeqeweye: cihan gîrî, şelî xoş bext, ke wîstî cîhan jêrewjûr bikat. penca sał hemû cêgeyekî têkeł be xwên kird. şaran û dewłetanî lejêr çekmey asnînî xoyda wêran kird, wek fîlêk pê beser şaremêrûle dabnê.. pêy enaye her şwênê, cogay xwên bedwaya ekşa. gelê koşkî berizkirdewe le êsqanî «gele» bey des kirawekan, we le tołey mergî «cangîrPerson»y kuřya sê sałî tewaw tozqałê mîhrebanî û bezeyî le sûçî diłya cêy ne’ebowe. ba ziman be pyahełutnî dayk bikeynewe. dayk: ew hêzey ke merg serî zebûnî bo da’enewênê. çêrokêkî řasteqîne le dayk bigêřînewe: daykêk ke noker û xizmetkarî merg, teymûrî şelî diłřeq, le ’astya serî řêz û qedrî danewand.

***

deştî sewz û zeringarî «kanî gułanLocation» ke be gułałe û beybûn dapoşrabû, we şa’îrekanî semerqend nawyan nabû «dołî guł», lew cêgeyey ke minare berz û şînekanî şar le dûrewe ebînran, teymûr cejnêkî gewrey girtibû, pênc hezar xêwetî le çeşnî bayewan hełdabû, ke le banî her yekêkyanewe sedeha ałay awrîşmîn eşekayewe!.. le naweřastî em çadraneda, xêwetî teymûr, wek şajnêk lenaw karekeranda westabê, leser dwanze hesunî zêř- ke her kamêkyan be dirêjayî bała pyawê bû- heł dirabû, le çwar sûçî xêwetekeda, «çunke çwar goşe bû» çwar hełoy zîwînyan daçeqandibû we le naweřastî ewanda, hełoy pêncemîn: padşay padşahan, teymûrî destełatdar, leser textî fermanřewayî danîştibû, řûkarî wekû demî xencerêkî pan bû ke be xwên sûr kirabê: xwênî ke be hezaran car pêyewe likabû. le textî xêweteke, ke be cwantirîn nayabtirîn řayex dapoşrabû, sê sed perdaxî zêřînî piř le şerabyan danabû legeł her şitêkî nayaba ke bo xwanî paşayetî bekełk bê, bezim gîrekan le piştî serî teymûrewe cêgay xoyan girt, le tenîştîyewe hîç kes dane’enîşt, nizîkanî û fermanderanî û gewre pyawekanî, hemû leber pêya danîştin. nizîktir û xoşewîstir le hemuwan «kirmanî» şa’îrî sermest bû, ke teymûr bwarî le heřetî serxoşya gałte beserdarî gewre bikat, we ew pyawe cengawîye besame bidate ber twanc .. deba ziman bo pyahełutnî şa’îrê bikeynewe ke le xway tak û tenya bewlawe hîç nanasêt, we le qisey heqda koł nada.. le heřetî cejin û le germey şanazî û gêřanewey şeřan û serkewtinekanda, ke pyawekanî teymûr nuqmî samî ew bûbûn, lenakaw hawarî jinêk wek qirîşkey mahełuyek, le çeşnî biruske ke benaw hewra tê’epeřê, geyşte gwêçkey bey des kerî «sułtan bayezîd». em dengey belawe aşna bû, we karî kird le diłe zamarekeya ke merg hêlaney tya kirdibû.. fermanî da bizanin em haware dûr le şadîye le kêweye? wełamyan hêna, ke le jinêkî şêtî şipirzeweye, kirasêkî şiřî leberaye û be zimanî ’eřebî edwê û eyewê- biłê: eyewê- serdarî gewre bibînê. fermanî da bîhênin. dway pişuyek, jineke le beramberya westa, pêxawis û bergî şiřî leberda bû. pirçe şořekanî û sînge řûtekey dapoşîbû, řwałetî wek birince zerde bû, le çawekanya giringî û le xořadîwî ebînra, deste genim řengekanî ke hergîz ne’elerzîn bo lay serdarî şel dirêj kird û witî: «erê to- sułtan bayezîdit- şikanduwe? gwê bigre: to herçî bikey însanît û minîş daykim! to merg eçênît, min jyan ebexşim! to gunahit derbarey min kirduwe, min hatûm ke lay min le gunahî xot biłałêytewe! bîstûme ke diruşmî to «dadperwerî û destełate» baweř nakem! bełam wîjdan gał eda ke le beraberî mina gwêřadêr bî! min daykim!». serdarî şel ewende zîrekî û wirya bû ke pey be tewjimî pişt em qisane beřî. be jinekey fermû danîşêt û beserhatî xoy bigêřêtewe. jineke witî: «min xełkî «salirnu»m kewa le îtalyaLocation le wiłatêkî dûr ke to şarezay nît, bawkim masîgir bû, mêrdekeşim her ewe karî bû, be diłnyayî ejya û min mayey bextyarî ew bûm. minałêkim bû le hemû minałan cwantir».

lem wexteda serdarî pîr qisey jinekey biřî û witî: «wek cangîrî kuřim», jineke gurcane gutî: «minałî min le cwanî û jîrîda hawtay nebû. şeş sałane bû ke dizanî derya řijane qeraxî deryay ême û xezurî min û gelêkî tiryan kuşt û kuřekemyan řifand. eme çwar sałe dinyay be şwêna epşikinim keçî eweta lay toye! beweşa ezanim çunke pyawî bayezîd ew dize deryayyaneyan girt û emcar toyş bayezîdit şikand û herçîyekî hebû kewte distit. ca xatircem agat le şwênî kuřî min heye we leser toye bim deytewe!». ewaney lewê bûn hemû dayane piřmey pêkenîn. serkirdekanî supa û fermandaranî wiłatan ke xoyan be pispoř ezanî wityan: «em jine şête!» maqułan û gewrekanî hozîş dayane pał ewan piştîwanîyan le qisekeyan kird. bełam kirmanî şa’îr tenya kesê bû ke pênekenî, bełku wirdibuwewe û be bîraçu û řastewxo serincî jinekey eda. teymûrî şelîş beser suřmawîyewe têy eřwanî. enca şa’îr, lejêr lêwewe, witî: «bełê şête wek ew jinaney cigergoşeyan le kîs çûbê!». le dwayîya fermanderî fermanderan, dujminî, asayş û aramî witî: «jineke! lew wiłate nadyarîyewe çon geyştîte êre? em hemû deşt û derya û kosar û řûbaret çon biřî? çon ledes ew pyawaney, le canewerî kêwî deřindetirin xot řizgar kird û bê çek û tenya řêgat girteber?! çek tenya piştîwanî mirovî bêdesełate û taqe dostêke ke însan ta ew wextey bitwanê be çakî bekarî bihênê gizî nakat!».ba serdanewênîn bo gewreyî afret, ew afretey ke dayke û xoşewîstî ew teger û berhełist nanasêt we be memkî xoy řêge le dinya ekatewe. hemû şitêkî baş le ademîzada berubûy tîşkî řoj û şîrî dayke we eme ke xoşewîstî jyanman fêr ekat. jineke witî: «min le geřanekema her tûşî deryaye bûm ewîş piř bû le durge û gemî řawî we twanîm be komekî ewan lêy bipeřmewe. mirov katê be şwênî xoşewîstêkya egeřê hemû şitî amade ebînî bo xizmetî xoy. peřînewey řûbar be mele bo kesê ke le qerax aw hatbête dinyawe karêkî ewnde giran nîye». lem wexteda kirmanî witî: «..kosar be lay xoşewîstewe, wek deşt nerman witext ebê!» jineke leserî řoyşit: «we tûşî caneweranî samnakî kêwî bûm, bełam hemû canewerê diłêkî heye we min legeł ewanda, her bew core ke legeł toda edwêm, qisem kird, ewanîş wextê ke emut daykim, baweřyan pê ekirdim diłyan pêm esûta, boçî caneweranî diřindey kêwîş beçkey xoyan xoş nawêt we bo parastinî gyanyan teqela naden?!». jine leser qisekanî řoyşit: «pyaw leber çawî dayka le minałêk zyatir nîye, to ekirê ḧaşa le bûnî xwa bikey, bełam hergîz natwanî ḧaşa le bûnî dayk bikeyt». jine lem kateda qîjandî: «xêrake! kuřekem biderewe. emin daykî ewm û xoşim ewê!». ba ser bo gewreyî afret dabnewênîn. afrete ke mûsa û ’îsa û muḧemmedî xistiwetew, ewe ke gewre pyawan dênête cîhan be her çîyekewe binazî le daykeweye. xapûr kerî şaran, ew şele zordare, kewte wituwêre paş bêdengîyekî dirêj bewaney le dewr û berî bûn witî:«min teymûrî xwaperest, ewey pêwîste bûtrê be êwey ełêm: maweyekî zore we dinya le jêr pêma enałênê, sê sałe le tołey cangîrî kuřma dinyam ẍełtanî xwên kirduwe, be dirêjayî em maweye xełk leber xatrî şaran û wiłatan legeł mina cengawin we hîç kes sebaret be însan be gijma hatuwe! we însan hîç wextê řêz û nirxî belamewe nebuwe, min: ew teymûrey ke le paş bey deskirdin be bayezîdî wit: biřwanakem şaran û xełkî şaran belay xwawe nirxêkyan bibê, we ew le zincîra bû min le katêka jyanim belawe wek jehir tał bû, temaşay çareřeşî ewm ekird- le beramber yekêkî wek mina eweta jinêk danîştuwe hest û bîrêkî le mina hełgîrsanduwe ke ta îsta nemdîwe be xomewe. em be corê legeł mina edwê ełêy xêrxiwazê mine, em napařêtewe û tika nakat. em eyewêt û dawa ekat. êsta řazî tewjimî em jine tê’egem. em xoşewîstî le diłaye. we ew xoşewîstîye way lê ekat ke minałekey be řîşey jyanî bizanê ..!». zordar ke kuřekey xoy bîr kewtibuwewe, eynałand, le dway pişûyek řûykirde pyawekanî û witî: «her êsta sêsed swar le seranserî nawçey fermanřeway mina bo dozînewey kuřî em jine bikewneřê. em jine lêre emênêtewe û minîş be dyarîyewe da’enîşim ta kuřekey edozrêtewe, xoşî lew kesey kuřî em jine bibînêtewe. jine bizeyekî girt bo teymûrî leng, zordarî konesał le cêgay xoy hesta û kişumat serî bo jineke danewand, kirmanîş desbecê deste şê’rêkî le tarîfî jinêka ke ’eşqî daykaney leserdaye xwêndewe.

***

«.. eme hemûy waye: her wişeyek ke lêreda witra řaste, daykanî êmh ezanin, lewan bipirsih pêt ełên: «bełê emane řastin, le seretawe řast bûn û heta hetaye řast ebin, ême daykan le merg behêztirîn, êmeyn ke bo dinya hemîşe pispoř û şa’îr û pałewan dênête berhem, we her şitê ke însan le sayeyda bigate serberzî û şanazî pêy ebexşîn ..».