çawçinok
From the Book:
            Koy Berhemî Qizilcî
        By:
                Hasan Qizilji (1914-1985)
        
             1 minutes
             2806 views
        
        
    kabrayek hebû, zor çawçinok bû. carêkyan berxêkî birjawî betewawî xward. wirgî heławsa. temaşay kird hêndêkî mawe. gutî:
- xudaye! boçî dû çawit damê! bełam dû wirgit nedamê?
ewey mabowe ewîşî xward. wa řê kewt çend řoj hîçî dest nekewt bîxwat û be birsîyetî mayewe. emcar gutî:
- o hoy xudaye! baş bû taqe wirgêkit damê! eger duwan buwaye, lemêj bû le birsan mirdibûm.