minim kûba

From the Book:
Karwanî Yar
By:
Jalal madhat khoshnaw (1934-1998)
 1 minutes  475 views
minim kûba...
min natirsim le řeşeba
netirsawim takû êsta
le nokeranî (patîsta)
cehan wa dekatin basim
be deyan hełyandewasim
ewanî tiryan ke mawin
wek qełeřeş bedyar dawin
minim hêzî gelî kûba
(emrîka ne’, kûba)
dyare kewa min natirsim
çunke mîllete hawpirsim
be hêzî bazû be tînim
impiryalîst dehejênim
be lişkirî mîlîşya her
nokeran dekem derbeder!
ba emrîka...
top û supa her terxan ka
bo zewî û xak dagîrkirdin
keçî deřwa bo řêy mirdin!
kwa piłingî kaẍez detwanê
řêge û şwên bo gelan danê
be ser gelan hîç řet nabê
gurgê le pêstey meřda bê!
minim hawřêy gelan: kûba
namtirsênê supa û bumba
çunke min zor çak dezanim
çî dekem bo nîştimanim
bedeste karge derkirdin
le jêrdestî û dagîrkirdin
bo hemû gelê nebezim
boye dełêm: kûba ezim!