be yadî ew lebe ey şoxî řûmet řojî meh ẍebẍeb

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  2685 views
be yadî ew lebe, ey şoxî řûmet řojî meh ẍebẍeb
lebaleb ma le nałem sîne, her wek kotrî lebleb
le weqtêka ke řoḧim geyye ser leb, řoḧî min be fidat,
debête řoḧî taze, ew lebem ger bênye ser leb
be cêye. çunke ew hesta qyamet cê be cê hesta
le çerx emşew, wekû eşkim le dîde, dawerî kewkeb
eger wa’îz dused te’ne bida, te’nêkî lê nadem
egerçî musteḧeqqî le’ne, ba bo řafzê bê seb
ḧezer lem ḧeşrî bê wadey le qebir hełsandinî mirdû
be ser qebrî şehîdana be şoxê ling edey merkeb
şewî řîḧlet pider - řoḧî murewweḧ - wesyetî fermû:
meḧebbet mezhebit bê, nûrî çawim, meykeşî meşreb
du espe menziłit pê tey deken ta serḧedî mirdin
be dîqqet meḧuyaPen name tê fikire, şew şebdêze, řoj eşheb