wek bulbul ew diłe be gułî řû ke řû deka

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  4366 views
wek bulbul ew diłe be gułî řû ke řû deka,
perwaneye zyaretî şem’ arezû deka
min wesłî ew beraberî cennet degirim û ew
dozex be ahî sîneyî min řû be řû deka
řîşêkî pan û tokî binagwê dirêj û lûl
sofî le dînî la de be dîmen le cû deka
ger ’aşiqî le xûnî ciger qum de, dem mede
meyxiware, xamkare heta haw û hû deka
dinya be ḧîle meylî be ebnay eger bibê
em daye řêzbare be firzendey şû deka
eşkewtî bayeke demî wa’iz ke dête we’iz
weqtî sikûtî neqşî simêłî le qû deka
da ’eksî cîlwe dernekewê, nek le çakîye
ew şoxe çakî sîney meḧwîPen name řifû deka