erê dił bê şerabî le’lî guł řengit le guł çi bika

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  9478 views
erê dił bê şerabî le’lî guł řengit le guł çi bika?
ke cîlwey guł le gułşen da nebê, bulbul le çił çi bika?
ke hełgîrsa le nûrî bade şem’î ḧusnî canane
neçête ser terîqey ḧezretî perwane, dił çi bika?
be ahim ger řeqîbanit bisotên, ey gułî ře’na
meřence, to xuda şu’le le aqarî çiqił çi bika?
heta mawe debê eşkî nedamet dawerênê çaw
’ereq řîtin nebê, şexsî le karî xo xecił çi bika?
sefer ca’îz nye, ba bo ḧerem bê, lew ber û bûme
feqet meczûbî zincîrî nesîbî aw û gił çi bika?
felek her ga kesêkî hełbiřê, weqtî hîlaketye
ke ser bo geyîne pet bê, pê le kursî û eskemil çi bika?
le ’uşşaq û řeqîb ew şoxe çawî lutfî wergêřa
ke ask ademî ya seg bibînê, ẍeyrî sił çi bika?
çi ḧacet nergisî mestit bikem wesfî be mexmûrî
ke çawê surmekêşrawî xudayî bê, le kil çi bika?
le her cêyek hełê xurşîdî ’îşqî gułruxan meḧwîPen name
eger ’eqłî bibê, lew cêge awingî ’eqił çi bika?